Gelê Ereb li Girkêlega Rojava komplo şermezar kir

  • 14:07 15 Sibat 2019
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" gelê Ereb li Çelaxa û Tilkoçerê daketin qadan. 
 
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" gelê Ereb li Navçêyên Çelaxa û Tilkoçerê yên Girkêlegê daketin qadan. Meş ji despêka bajarok despêkir û li nava bazarê hat rawestandin ,piştî deqeyek rêzgirtindaxuyanî hat dayîn.
 
Daxuyani ji aliyê Endamê Rêveberiya  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li navçeya  çelaxa Ebdilselam Ebas ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Bi komploya navneteweyî îradeya Gelê Kurd hedef hat girtin. Ji bo felsefeya Rêber Apo têk bibin komplo li dijî wî bi kar anîn. Lê ew negihiştin armanca xwe. Îro bi milyonan kes li ser rêya heqîqetê ya Rêber Apo ye. Em ê xwe bi fikrên azad bi rêxistin bikin. "
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.