Namzeta Hevsrokatiyê Yeliz Karaaslan sewqî dadgehê hat kirin

  • 13:30 15 Sibat 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Agiriyê  Yeliz Karaaslan a di bin çavan de piştî ifadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. 
 
Di 13'ê Sibatê de li Agiriyê avahiya HDP'ê ya Agiriyê ji ber çalakiya "Di roja sedemîn de em tecrîdê bişkînin"hatibû dorpêçkirin. Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Agiriyê  Yeliz Karaaslan a ku di avahiyê de bû hatibû binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku Yelizê ji ber ku di 2014'an de beşdarî merasima cenaze û şînê bûye hatiye binçavkirin. Yelizê piştî ifadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.