Li Amedê 'Dorpêçkirina roja 100'emîn"

  • 11:41 15 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê û Hevserokê  KCD'ê bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê tecrîdê bişkînin" ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê meş dest pê kiribûn. Kesên ku meş dest pê kiribûn gihaştin Amedê. Hemû derên Amedê hatiye dorpêçkirin û parlamenter ji her alî hewl dide ku xwe bigihêjin mala Leyla Guven. 
 
Parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê û Hevserokê  KCD'ê bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê tecrîdê bişkînin" ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê meş dest pê kiribûn. Kesên ku meş dest pê kiribûn gihaştin Amedê. Hemû derên Amedê hatiye dorpêçkirin û parlamenter ji her alî hewl dide ku xwe bigihêjin mala Leyla Guven. Ji şev de navenda Amedê bi bariyerên polîsan hat girtin û bi taybet dora mala Leyla Guven a ku rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe hatiye dorpêçkirin. 
 
Navenda bajêr hatiye dorpêçkirin
 
Welatiyên bajêr ên ku serê sibehê ji malên xwe derketin bi dorpêçkirina bajêr rû bi rû man û gelek kes ji kontrola GBT'ê hatin derbaskirin. Ji ber rê girtîne gelek kes mecbûr man ku bi kilometreyan bimeşin. Ji xeynî barîkatan hemû kolan bi TOMA, akrep, wesayetên zirxî û gelek polîsan hatin dorpêçkirin. 
 
Malên parlamenteran jî hatin dorpêçkirin
 
Parlamenterên ku di saetên şev de derbasî bajêr bûn malên wan û otelên ku lê man hatin dorpêçkirin û polîsan nehiştin derkevin. Parlamenteran anîn ziman ku ew bi biryar in ku bimeşin. 
 
Parlamenterên ku ew ê ji çar nokteyên cuda bimeşin ew ê li ber Çarxerêya Îstasyona Muayeneyê bên gel hevdu û biçin ber mala Leyla Guven. 
 
Saliha Aydeniz rakirin nexweşxaneyê
 
Her wiha parlamenterên ku ji Wan, Colemêrg û Bîtlisê hatin ji aliyê Semra Guzel hatin pêşwazîkirin. Parlamenterên ku meşiyan li Çarxerêya Rêya Seyratepe-Silvan hatin  sekinandin. Hêzên Çevîk ên polîs parlamenterên ku xwestin bimeşin dorpêç kirin. Di bûyera ku hat jiyîn de Saliha Ayedeniz ket erdê û nigê wê êşiya. Derbarê rewşa Salihaya ku rakirin nexweşxaneyê hîn agahî nehatiye girtin. 
 
Parlamenterên ku ji Mêrdîn û Êlihê hatin ji aliyê, Parlamenter Dersim Dag, Selçûk Mizrakli ve li Navçeya Yenişehirê hatin pêşwazîkirin. Hêzên Çevik ên polîsan parlamenter dorpêç kirin. 
 
Polîsan rojnameger jî asteng kirin
 
Meşa parlamenteran a ber bi mala Leylayê ve didome. Polîsan mudaxaleyî rojnamegeran kirin û nehiştin wan bikşînin. Kamerayên rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hatin girtin û ji parlamenteran dûr xistin. 
 
Nîqaşa di navbera parlamenter û polîsan didome.