Fîgen Yuksekdag: Li hundir serîhildana azadiyê, li derve hilbijartina rûmetê heye

  • 11:22 15 Sibat 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya Giştî ya Berê Figen Yuksekdag bi nîşeya xwe ya "Li hundir serîhildana azadiyê, li derve hilbijartina rûmetê, heye. Em nasekinin" wêneyê Sebahat Tuncel û Selma Irmak bi raya giştî re parve kir. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Giştî ya Berê Figen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê wêneyê Sebahat Tuncel û Selma Irmak  ên ku ev 32 roj in ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe ketine greva birçîbûnê parve kir. Di parvekirina li ser medyaya civakî ya Figen Yuksekdag de di heman demê de wêneyên Necla Atak a di koma yekem a greva birçîbûnê de cihê xwe digire, Parlamentera berê ya HDP'ê Çagla Demirel, Burcu Çelik û keça wê Asmin jî hene. 
 
'Temenê me bihar e yên ku serî hildidin hene'
 
Nîşeyên Figenê yên ku bi wêneyan parve kir wiha ye:"Li dû demek dirêj dîsa merheba! Navber dirêj dibin, mixabin dîwar bilind in. Her wiha dijmin "zalim û konek e". Li vir gotina merhebayê jî bedeleke wê heye. Qedexe, ceza, lêpirsin û her wekî din. Lê temenê me bihar e yên ku serî hildidin hene!
 
'Strana Leyla'
 
Figenê li bin wêneyê Sebahat Tuncel wiha nivîsand:"Strana Leyla ya ku pilê di rihê me de diafirîne."
 
Figenê weneyê Necla Atakan jî parve kir û nîşeyek wiha di binê wêne de nivîsand:"Yên ku Necla dibînin dibêjin kîlo daye rûyê wê çilmisiye. Lê kenê wê wekî lûtkeyên Çiyayê Spî yê bi berf dibiriqîne û xweşik e.
 
'Zaroka rûheyv'
 
Figenê wêneyê Selma Irmak û Asminê ya keça Burcu Çelik jî parve kir û got:"Ya ku li ba Serok Selma cihê xwe digire keça parlamenter Burcu, Asmin e. Hûn nikarin wê rave bikin, ancax hûn tevî wê baskên xwe li ba bikin. Zaroka rûheyv e ew.
 
'Em nasekinin'
 
Figenê herî dawî wiha got:"Li hundir serîhildana azadiyê, li derve hilbijartina rûmetê heye. Em nasekinin. Ji bo hemû kesî slav û hezkirin."