Jinên Amedê: Daxwaza me yek e, têkoşîna me herdem e

  • 09:16 15 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku ew ji biryarbûna çalakgerên greva birçîbûnê feyzê digirin û destnîşan kirin ku hemû cîhan bûye şahidê biryarbûna gelê Kurd a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Her wiha jinan da zanîn ku daxwaza wan, têkoşîna wan a herdem e.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 100’î de berdewam dike. Li girtîgehên cuda jî nêzî 300 girtî ketibûn grevê û ew jî berdewam dike. Jinan balkişandin ser biryarbûna çalakiya grevên birçîbûnê û diyar kirin ku heta tecrîd neyê şikandin wê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne.
 
Jinên ji gundê Ervanli ya Amedê, diyar kirin ku ew li dijî şer, aştî, li dijî tecrîdê jî azadiyê dixwazin û banga têkoşînê kirin. Ayşe Akyuz daxuyakirin ku jinên Kurd di dîrokê de her tim têkoşîn daye û wiha got: “Hikûmetê jî li dijî vê polîtîkayên şer pêk aniye. Bûye sedema mirina gelek kesî. Hikûmetê bi polîtîkayên şer daxwaza aştiyê têk biriye.”
 
‘Daxwaza çalakgeran daxwaza mîlyonan e’
 
Buşra Yildiz jî bi lêv kir ku bi salan e li ser gelê Kurd zilm tê meşandin û zilma ku hikûmetê li gel ferz kiriye hatiye asta qirkirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtî didomînin mafdar û rewa ye. Navê vê zilm e. Raydarên Tirkiyeyê hewl dide Kurdan tune bihesibînin û zilmê bikin. Em hevîdar in ku grevên birçîbûnê encamekê bigirin. Ji ber daxwazên wan daxwaza mîlyonan e.”
 
‘Divê daxwazên wan baldar bên girtin’
 
Saadet Akyuz jî destnîşan kir ku divê daxwazên çalakgeran li ber çavan bên girtin û hîna ku encamên nebaş nehatine girtin divê guh bidin daxwazan. Saadetê bi lêv kir ku ew çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê mafdar dibîne.
 
Ji gundê Orta Weran, Sultan Ozturk jî daxuyakirin ku yekane riya aştî û aramiyê bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêkan e û got ji ber vê divê tecrîd demildest bê rakirin, vegerin hawira aştiyê.
 
Ji gundê Kanyakamiş Hulya Demîr jî wiha got: “Gelê Kurd ji mirinan êdî bêzar bûye. Ji ber vê wê destûr nede mirinan. Ez ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî banga hestiyariyê dikim. Daxwaza çalakiyên greva birçîbûnê daxwaza gelê Kurd e. Divê jin zêdetir xwedî li çalakiyê grevên birçîbûnê derkeve, zêdetir deng derbixe.”