Ebru Gunay: Divê şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk bê
- 09:15 15 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Parêzer Ebru Gunay a HDP’î diyar kir ku ji rakirina tecrîda Îmraliyê wêdetir divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên û got divê pergala Îmraliyê bi giştî ji holê bê rakirin. Emîne Aydogan jî daxuyakirin ku wê demê tiştê bi komployê nikaribûn bikin, niha hewl didin bi tecrîdê bikin, lê em ê bi van lîstikan neyên xapandin.
Di ser kompolya navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve radestî Tirkiyeyê hat kirin de 20 sal der bas bû. Ji wê rojê şûnde Abdullah Ocalan li GirtîgehaTîpa F ya Biewlehî ya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Heta îro destê aştiyê yê Abdullah Ocalan dirêj kiriye jî bê bersiv ma.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û Parêzera Abdullah Ocalan Ebru Gunay 15’ê Sibatê û geşedanên piştî wê nirxand.
‘Divê pergala Îmraliyê bi giştî ji holê rabe’
Ebruyê diyar kir ku tecrîdê êdî teşe guheriye û tecrîda giran êdî veguheriye tecrîda mayînde û wiha pê de çû: “Tecrîda mayînde tê wateya ku ‘Girava Îmraliyê ji her tiştî re hatiye girtin’. Ev 20 sal e tecrîdek bê navber tê meşandin heye. Bi Birêz Ocalan re têkilî, tecrîdê naşkîne. Ji bo pergala Îmraliyê bê şikandin divê ev pergal bi giştî ji holê rabe û şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk bê.”
‘Li tu derê cîhanê lîderek 20 salan nehatiye tecrîdkirin’
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di paşerojê de bi navberan be jî malbat û heyeta Îmraliyê dikaribû hevdîtinan pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ketine sedsala 21’ê, ji rakirina tecrîdê wêdetir divê şert û mercên azadiyê pêk bên. Li tu devera cîhanê tecrîdeke ku 20 salan berdewam kiriye tune ye. Ji ber vê jî divê tecrîd demildest bê rakirin. Taybetiyek pergala Îmraliyê heye û di wê taybetiyê de tê parastin. Yanî îstîsnayan qebûl nake. Mînak 3 girtiyên din ên niha li Îmraliyê beriya biçin Îmraliyê bi malbatan re hevdîtin dikirin. Lê piştî ketin pergala Îmraliyê hemû têkiliyên wan hatin qutkirin. Em ji her sê hevalan jî agahiyê nagirin. Ew jî tevlî vê pergalê kirin.”
‘Grevên birçîbûnê banga ‘li gorî hiqûqê tev bigerin’ li dewletê dike’
Ebruyê balkişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û got di qanûnên dewletê hiqûqî ya navneteweyî de, mafê berxwedanê heye û divê ev çalakî di vê çarçoveyê de bê destgirtin û got: “Li cihê hiqûq tune be, li cihê ku mekanîzma hiqûqê pêk neyê, wek refleksekê dikare mafê berxwedanê bê bikaranîn. Grevên birçîbûnê banga ‘li gorî rêbazên hiqûqê tev bigerin’ li dewletê dike.”
‘Ji bo me dayikan roja reş e’
Ji jinên Amedê Emîne Aydogan jî destnîşan kir ku bi komployê hewl dane gelê Kurd ji holê rabikin û wiha pê de çû: “15’ê Sibatê ji bo me roja reş e. Di şexsê Rêbertiya me de hemû gelê Kurd hedef hat girtin. Lê tiştê bi komployê nekirin niha bi tecrîdê dikin. Lê em ê neyên van lîstikan. Em ê komployê vala derxin.”
Ayten Demîr jî derbarê 15’ê Sibatê de wiha got: “Em dibêjin azadî, ew lê dixin. Em dibêjin aştî ew digirin. Em dibêjin bila mirin çê nebin, ew komkujiyan dikin. Dewlet dîroka xwe ya zilmê bixwe dinivîse. Naxwazin tiştekî Kurdan hebe. Lê em bi rêberê xwe re berxwe didin. Me di vê rê de bi sedan şehîd dan. Ez komployê şermezar dikim. Yên pêk aniye lanet dikim.”
Namzeta Hevşaredariya Manîsayê Hatîce Aslan diyar kir ku ew piştî komployê bi awayekî çalak tevlî xebatan bûye û wiha pê de çû: “Min dîmenên Birêz Ocalan yên balafirê di televîzyonê de dît. Ez gelek matmayî mam. Ez wê hêrsa xwe tu car ji bîr nakim. Ez jî malbata min jî, 4 rojan nehatin ser hişê xwe. Ez li dijî vê tevlî çalakiyên HADEP’ê bûm. Komplo ji aliyê hêzên navneteweyî ve pêk hat. Îro tiştên tên jiyîn ji ber komployê ye. Dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê me gelek çalakî pêk anîn. Me bi ser avahiyên CHP’ê de girt. Ji wê rojê şûnde min di xebatan de cih girt. Grevên birçîbûnê girîng in. Divê her kes xwe di vê pêvajoyê de berpirs bibîne û destê xwe bike bin kevir.”