'Ez dixwazim Serok rizgar bibe'
- 09:07 15 Sibat 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Dayika Meqbûla Îsa ya 90 salî behsa dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got:"Ez dixwazim Serok rizgar bibe. Ew Rêberekî aştîxwaz e loma gerek ew niha di nav gel de ba."
Di sala 1992'an de Dayika Meqbûla Îsa ya 90 salî û ji Navçeya Tirbespiya Qamişloyê li Lubnanê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Derbarê hevdîtina 1992'an de Meqbûla hestên xwe wiha anî ziman:"Wê demê Serok li Akademiya Lubnanê bû. Dema min ew dît ez gelek bi kelecan bûm. Ez gelek di bin bandora kesayeta wî ya azad de mam."
'Dîtina Serokatî ji bo me gelek bi wate bû'
Maqbûlayê got:"Ji 300 kesî zêdetir ji cihên cuda hatin da ku Rêber Apo bibînin. Em bi kêfxweşiyek mezin ketin ser rê da ku Serokê xwe bibînin. Çavên me hemûya li riya hatina serok bû. Gelek axaftinên derbarê kar û xebatê de kir. Piştî Serok kesekî din rabû ser piyan û sê saetan axivî. Ji bo gelek baş derbas bû. Dîtina Serokatî ji bo me gelek bi wate bû."
'Ez dixwazim Serok rizgar bibe'
Meqbûlayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî xwarin û kişandina wêneyan hevdîtina me ya bi Serok re bi dawî bû. Min qet bawer nedikir ku dê daxwaza min a ji bo hevdîtina Serokê min bê cih. Loma gelek bextewar im. Ez dixwazim Serok rizgar bibe. Ew Rêberekî aştîxwaz e loma gerek ew niha di nav gel de ba. Wê demê Serok li Akademiya Lubnanê bû. Dema min ew dît ez gelek bi kelecan bûm. Ez gelek di bin bandora kesayeta wî ya azad de mam."