'Em dev ji têkoşîna ji bo Serokê xwe bernadin'
- 09:05 15 Sibat 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Dayika Têkoşer Jinda, Hemdiye Kutê ya ku di 1995'an de li Akademiya Mahsun Korkmaz û di 1997'an de li Şamê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye wiha got:"Bi dîtina Rêberê xwe xewnên min pêk hatin. Nêrîna min a cîhanê guhert."
Dayika Têkoşer Jinda, Hemdiye Kutê ya ku di 1995'an de li Akademiya Mahsun Korkmaz û di 1997'an de li Şamê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye wiha got:"Kesayetên wekî Rêber Apo yên ku ji bo azadiyê li berxwe didin divê azad bin."
'Min soza ku dabû Rêberê xwe bi cih anî'
Hemdiyeyê wiha got:"Dema ku cara yekemîn min Rêber Apo dît, min got qey ez di xewnekê de me. Min soza ku dabû Serok bi cih anî û min malbata xwe perwerde kir. Me bi hev re xwe pêş xistin. Serokê me her dem digot xwe birêxistin bikin û pêş bixin. Di heman demê de ji bo jinan gelekî erênî diaxivî û digot jin jêhatî ne. Rêberê me dixwaze jin bi kesayetek azad bijîn. Îro jinên Rojavayê Kurdistanê bi ya Rêberê me kirin û yekîtiya xwe ava kirin."
'Em dev ji têkoşîna ji bo Serokê xwe bernadin'
Hemdiyeyê bang li hemû kesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêber Apo digot dema mijar dibe Kurd hemû neyarê wan dibin yek loma divê Kurd jî li dijî neyarên xwe bibin yek. Yekîtî dê faşîzmê têk bibe. Komplo li ser tevahiya kurdan pêk hat. Loma divê em li dijî faşîzmê serî hildin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin û Rêber Ocalan azad bikin. Bi dîtina Rêberê xwe xewnên min pêk hatin. Nêrîna min a cîhanê guhert. Kesayetên wekî Rêber Apo yên ku ji bo azadiyê li berxwe didin divê azad bin."