'Perwerde pêwistiyek mezin e'
- 09:03 15 Sibat 2019
- Rojane
Rojda Seyidxan - Diyana Mihemed
QAMIŞLO - Mamosteya Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Zanistê ya Qamişloyê Lamiya Salih û Mamosteya Beşa Biyolojiyê Leyla Ehmed derbarê girîngiya perwerdeyê û zanîngehê de axivîn û gotin:"Perwerde pêwistiyek mezin e. Divê em hemû ji bo perwerdeyek baş bixebitin."
Mamosteya Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Zanistê ya Qamişloyê Lamiya Salih û Mamosteya Beşa Biyolojiyê Leyla Ehmed derbarê girîngiya perwerdeyê û zanîngehê de axivîn û gotin:"Civakek bê perwerde siberoja wê ne ronî ye. Ji bo civakek pêşiya wê ronî perwerde şerd e."
'Civak bi perwerdeyek baş pêş dikeve'
Lamiya Salih wiha got:"Lemyayê axavtina xwe wiha berdewam kir: “ Bi vekirina Zanîngeha li Efrînê Gava yekemîn hat avêtin. Di 2015’an de zaningeh li Efrînê hat vekirin. Herêma Cizîrê jî hêz ji Herêma Efrînê girt da ku zaningehekê vekin û me di 2016’an de zaningeha rojava vekir. Fakulteya me ji 7 beşan pêk tê, dîrok, erdnîgarî, mamosteyê refê, biyolojî, kîmya, fizîk û bîrkarî. Armanca vekirina fakulteya perwerdehiyê ew bû ku amadekirina kadroyên dibistana û perwerdeyek baş bû. Sîstema kurdî li dibistana tê meşandin.Di destpêka vekirina fakulteyê de astengiyên me ew bûn ku kadroyê me kêm bûn. Piştre me kadro dît û dest bi perwerdeya xwe kir. Her wiha ji bo anîna pirtûkan ji Şam û Helebê me zehmetî jiyan, lê bihatina wan pirtûkan jî me pirtûkxaneyeke biçûk vekir. Me gelek astengî dîtin lê me derbas kirin. Ji bo me perwerde gelek girîng e çimkî civak bi perwerdeyek baş pêş dikeve."
'Perwerde pêwistiyek mezin e'
Leyla Ehmed jî wiha got:"Zanîngeha Jîneolojiyê ya yekemîn li Rojava hat vekirin. Armanca vê fakulteyê ew ê ku şagirt bibin pispor, jin bi xwe biryarê bikaribin bidin. Ji bo zihniyeta zayendperestiyê bê tunekirin Jînolojî girîng e. Di destpêkê de me xwendekar tomar kirin û piştre bernameyên mamosteyan me amade kir. Di sala yekem de 11 şagirtê me hebûn û sala duyem jî 11 şagirt hene. Meteryalên ku em di vê fakulteyê didin gelek bala civakê dikişîne. Di destpêkê de di sala yekem de em dersên bingehîn didin. Dîroka jinên cîhanê didin. Ew zanistên ku di binê bandora zayendîperestiyê de ne em van zanistan ji nû ve şîrove dikin. Wek aborî, demografiya, siyaset û parastina geleke girîng e. Her wiha em zimanê kurdî, ingilîzî û fêrkirina labtobê didin xwendekaran. Her wiha hevjiyana azad, hevserokatî û zagonên jinê naskirina wan girîng in. Perwerde pêwistiyek mezin e. Divê em hemû ji bo perwerdeyek baş bixebitin. Civakek bê perwerde siberoja wê ne ronî ye. Ji bo civakek pêşiya wê ronî perwerde şerd e."
Di dawiyê de jî şagirta fakulteya Biyolojiyê Sêvîn Hisko ya ji Kantona Efrînê axivî û wiha got: "Me astengî dîtin dema ku em neçarî koçberiyê bûn û me berê xwe da Şehbayê. Lê tevî wiha jî me xwendina xwe li vir berdewam kir. Mijareke pir xweş e dema ku jin dikeve nava zanistê."