'Em ji bo aramiya gel li berxwe didin'
- 09:01 15 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Têkoşera azadiyê Hêlin Sabrî derbarê Hemleya Bagera Cizîrê de axivî û got:"Em wekî QSD'ê hemleya xwe dewam dikin. Em ji bo aramiya gel li berxwe didin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
Têkoşera azadiyê Hêlin Sabrî derbarê Hemleya Bagera Cizîrê de axivî û got:"Gelên ku em wan ji hovîtiya DAÎŞ'ê rizgar dikin niha di nava aramiyê de dijîn. Em ê her ji bo aramiya gel li berxwe bidin."
'Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin'
Hêlînê wiha got:"Em pêş dikevin. Lê ji ber ku DAÎŞ gel wekî mertalê bi kar tîne ev dibe sedem ku em bi baldarî tev bigerin. Bi taybet ji ber ku ez li dijî çeteyan li berxwe didim ev hestekî cuda ye. Heta gelê me û axa me bindest be em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Têkoşîna me hat astek wisa ku hevjînen çeteyên DAÎŞ’ê ji hovîtiya wan direvin û xwe dispêrin me. Çete gel li gund digirin û dikin mertal. Em jî dixwazin gel rizgar bikin. Gelê me jî berê xwe daye me ber me ve te. Em jî wek QSD teybet wek jin wan peşwazî dikin. Pêdîviyen wan ên destpekê pek tînin u piştre wan dibin qadên bi ewle yên wek kampa.
'Tevî hemû zilma çeteyan gel xwe ji wan rizgar dike'
Her wiha têkoşera azadiyê Roj Serêkaniyê jî wiha axivî:"Hindik maye ku em ji çeteyên DAÎŞ’ê axa xwe rizgar bikin. Ji ber ku DAÎŞ gel dike mertal em hessas tev digerin. Çeteyên DAÎŞ'ê sîvîl li gel xwe digire ji ber ku dizane em nahêlin gel zirarê bibînin. Ew jî xwe di nava sîvîlan de vedişêrin. Tevî hemû zilma çeteyan gel xwe ji wan rizgar dike û tên gel me. Em jî wan bi hezkirin pêşwazî dikin u pêdîviyên wan pêk tînin û wan diparêzin. Em birînen wan derman dikin piştre jî wan dibin kampa Hole Qadên bi ewle. Çeteyan gel tehdîd kirine ji bo ku neyên gel me. Lê dema ku gel dihatin ba me fam dikirin ku her gotin ne wekî ya DAÎŞ'ê ye. Dê têkoşîna me ya li dijî çeteyên ku li ser navê Îslamê komkujiyan pêk tine bidome. "