ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 15 Sibat 2019
- Rojev
*Têkoşera azadiyê Hêlin Sabrî derbarê Hemleya Bagera Cizîrê de axivî û got:"Em wekî QSD'ê hemleya xwe dewam dikin. Em ji bo aramiya gel li berxwe didin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
*Mamosteya Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Zanistê ya Qamişloyê Lamiya Salih û Mamosteya Beşa Biyolojiyê Leyla Ehmed derbarê girîngiya perwerdeyê û zanîngehê de axivîn û gotin:"Perwerde pêwistiyek mezin e. Divê em hemû ji bo perwerdeyek baş bixebitin."
*Dayika Têkoşer Jinda, Hemdiye Kutê ya ku di 1995'an de li Akademiya Mahsun Korkmaz û di 1997'an de li Şamê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye wiha got:"Bi dîtina Rêberê xwe xewnên min pêk hatin. Nêrîna min a cîhanê guhert." DÎMEN HEYE
*Dayika Meqbûla Îsa ya 90 salî behsa dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got:"Ez dixwazim Serok rizgar bibe. Ew Rêberekî aştîxwaz e loma gerek ew niha di nav gel de ba."DÎMEN HEYE
*Li Bakurê Kurdîstanê jinan bi berhemên xwe yên dîrokî ku afrandine çanda kurd heta roja me ya îro anîne. Li Îdirê çanda sedsalan bi parastina jinan hîna berdewam dike û bi her hatina biharê re jinên ku kincê bi navê dêre mêz li xwe dikin û qadên 8 adarê û Newrozê dixemilînin. BI DÎMEN
*Zeynep Urun diyar kir ku wê bi ‘Encamnameya Hilbijartinê ya Jinê’ nexşerê ya xwe diyar bikin û got wan îdiaya xwe ya hilbijartinên herêmî derxistine holê û got: “Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê ya neçareseriyê ferz dike, ji qadan venekişin. Em ê li dijî zîhniyeta ku her qadên jiyanê bê jin dihêlin, her derê bi rengê jinê bixemilînin. Di 31’ê Adarê de yên qezenc bikin wê jin bin.”DÎMEN HEYE
*Esnaf û muşteriyan bertekên tund nîşanî gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘firingî-gule’ dan û gotin ‘hewl didin qêrîna bazaran bi defên şer biçewisînin’ û diyar kirin ku şer ne karê gel e, karê Beştepe ye.DÎMEN HEYE
*Parêzer Ebru Gunay a HDP’î diyar kir ku ji rakirina tecrîda Îmraliyê wêdetir divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên û got divê pergala Îmraliyê bi giştî ji holê bê rakirin. Emîne Aydogan jî daxuyakirin ku wê demê tiştê bi komployê nikaribûn bikin, niha hewl didin bi tecrîdê bikin, lê em ê bi van lîstikan neyên xapandin.DÎMEN HEYE
*Jinên Amedê diyar kirin ku ew ji biryarbûna çalakgerên greva birçîbûnê feyzê digirin û destnîşan kirin ku hemû cîhan bûye şahidê biryarbûna gelê Kurd a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Her wiha jinan da zanîn ku daxwaza wan, têkoşîna wan a herdem e.DÎMEN HEYE