Meşa Tevgera Ciwananên Şoreşger a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

  • 17:20 14 Sibat 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Meşa dirêj a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ku bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê sibatê hat lidarxistin, bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bû.
 
Çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşeke dirêj bi dirûşma  "Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê Serî Hilde, Rêbertî azad bike" ku dabû destpêkirin  bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re hat dayîn bi dawî bû.  Bi sedan Cianên şerger yên bakur û rohelatê Sûriyê tevli meşê bûn.  Daxuyanî li gundê El-Perolê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Bakur û Rohelatê Sûriyayê bi zinamê kurdî û erebî ji aliyê Delîl Seberî û Delîl Cansîz ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê wiha ye: 
 
"Di serî de em komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Apo pêk hatiye bi hêrs û kîna ciwanên soreşger şermezar dikin. Berxwedana Rêber Apo a li zîndana Îmraliyê silav dikin. Dîsa em berxwedana giravên birçîbûnê ya di pêşengtiya Leyla Guven de pêş ketiye û li tevahiya cîhanê belavbûye silav dikin. 
 
Wek tê zanîn di pêşengtiya hêzên mêtînger ên wek Amîrka, Îngilstan û Îsraîlê de bi bêbextiyeke mezin li dijî Rêbertiya me Rêber Apo ku di 15`ê Sibata 1999'an de bi komployeke navnetewî hat pêş xistin şermezar dikin. Di kesayaeta Rêber Apo de bi vî awayî di serî de Gelê Kurd li beramber hemû gelan, mirovahiyê bê bextiyek mezin hatiye pêşxistin. Di encama vê de  hêviya gelan, hêviya serkeftina mirovahiyê Rêber Apo hatiye dîl girtin.
 
Tecrîd mirov bê nefes dihêle
 
Daxwaz û xwasteka gelên bindest û azadîxwaz hatiye dîl girtin. Ev ne tenê  tecrîdeke girankirî ye di heman demê de mirovan bê nefes dihêle. Bi Têkilliya Rêber Apo ya ku bi derve re hatiye qut kirin re,  mafên mirovî yên herî bingehîn hatine  Ji xwe di tu exalqên civakî de cihê bêbextiyeke bi vî away tune ye. 
 
Di serî de gelê kurd û Ereb hemû gelê cîhanê Rêber Apo weke vîna xwe dibînin. Em pêkanînên li ser Rêber Apo weke pêkanînên li ser xwe dibînin. Lewma jî dîlgirtina  Rêber Apo weke dîlgirtina xwe dibînin. Dijminên xwînxwar û dagirker ên xwîna gelan dimijin Rêbertiya me girtin û tecrîd dikin. 
 
Wê têkoşîna me ya li dijî faşîzmê bidome
 
Weke ciwanên şoreşger û azadîxwaz em vê rewşê qebûl nakin. Ev îşkence û tecrîda li ser Rêbertiya me tê meşandin sînorên tehmûlê ji zûva derbas kirêye. Kîn û hêrsa me gihîştiye asata herî jor. Îro her kes li dora Rêber Apo bûye Xilek. Doza mafdar a Rêber Apo daye destpêkirin dewam dike û li cîhanê deng vedaye. Lê faşîzma AKP-MHP'ê vê yekê înkar dikin û zextê li ser Seroketî girantir dikin. Çi dibe bila bibe wê tekoşîna me ya ji bo hilwaşndina faşîzmê, şikêndidina tecrîdê û azadiya Kurdistinê ji her demê zêdetir pêş bikeve. Wê bi tekoşîna ciwanên şoreşger û azadîxwaz rêya KomployêN nû bê girtin. Bi vî awayî em ê Rêbertiya xwe ji aliyê fizikî jî azad bikin.
 
Li ser vê bingehê em bang li ciwanan dikin ku li hember Komploya navnedtewî û tecrîda girankirî ya li Îmralî helwesta xwe diyar bikin. Werin tevlî rêfên berxwedanê bibin. Em xwe bi rêxistin bikin, tevlî rêfên azadiyê bibin, artêşa şoreşê li dijî faşîzma qirkir mezin bikin, dijmin bişkînin û Rêbertiya xwe Azad bikin. Bê Rêber Apo jiyana azad ne gengaz e. Bi vî awayî em dibêjin werin li dora Rêber Apo bibin xeleka Berxwedanê. Faşîzzmên hilwaşînin, tecrîdê bişkînin, kurdistanê azad bikin, serîd hilde."
 
Çalakiya tevgera Ciwanê soreşger bi dirûşmên "Bijî berxwedana zîndinan", "Bimre komploya navnetewî", "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.