Mala Leyla Guven bi bariyeran hat dorpêçkirin

  • 16:46 14 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Mala Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi hinceta dê sibê li ber malê çalakî bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera partiya Demokratîk (HDP) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 99'emîn didome. Bi boneya xwedîderketina li Leyla Guven dê HDP'ê sibê bi dirûşma "Di Roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re Tecrîdê Bişkênin" li ber mala Leylayê a li taxa Bagcilara navçeya Rezana Amedê çalakiyê li dar bixe. Ji 15 bajaran ev du roj e ber bi Amedê ve meş tên lidarxistin. Astengiyên li pêşiya meşvanan jî didomin. 
 
Meşên ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlig, Dîlok û Rihayê ve hatin destpêkirin, dê sibê saet di 12.00'an de li ber mala Guven bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bibin. 
 
Mal dorpêç kirin 
 
Li gelek bajaran Parlamenterên HDP'ê yên ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û hin parlamenter hatin derbkirin. Ji ber daxuyanî ango çalakiya li ber mala Leyla ku dê bê lidarxistin, polîsan bi bariyeran kolanên derdora mala Leylayê dorpêç kirin. Sîteya mal lê jî bi bariyeran dora wê hat girtin.