Girtiyan ji bo 15'ê Sibatê bag kir: Roj roja şikandina tecrîdê ye
- 14:21 14 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Girtiyên siyasî bi daxuyaniyekê 15’ê Sibatê roja radestkrina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku li dijî faşîzmê roj roja yekitiyê û şikandina tecrîdê ye. Girtiyan bang li her kesî kirin û wiha gotin: "Tecrîdkirina Rêbertiya me di esasê xwe de tê wateya tecrîdkirina me. Kesên ku qêrîna me ya berxwedanê nabihîzin bila mirovbûna xwe lêpirsîn bikin. Li hemberî faşîzmê roj roja yekitiyê ye û roj roja şikandina tecrîdê ye.”
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî belav kir. Denî, 15’ê Sibatê roja redestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 301 girt bi biryariyeke mezin çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û heta tecrîd bê şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin. Denîz da zanîn ku Komploya Navneteweyî bi ser neketiye lê talûkeya komployê hêj dewam dike û wiha got: “Komploya Navneteweyî ku li hemberî Rêbertiya me bi pêş ket sala 21’emîn û hemû hesabên pergalên despot û olîgarşîk û her wiha pêkanînên faşîzan bêencam man. Dewletên serdest ên cîhanê bûn yek û li hemberî Rêbertiya me komployeke navneteweyî pêşxistin û bêguman ev komplo di heman demê de li hemberî gelê Kurd, gelê tirk û gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Ger Komploya 15’ê Sibatê bi ser biketa pergala faşîst dê bi rewabûna qanûnan nasname û hebûna gelên bi komkujî û qetlîaman binixûmanda û talûkeya li hemberî gelan bi temamî ji holê ranebûye.”
'Rêber Apo kodên komployê deşîfre kir'
Denîz kesên di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha cih da daxuyaniyê: “Armanca bingehîn a tifaqa faşîst ya AKP û MHP’ê ew e ku ji komployê encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê ji bo Komploya Navneteweyî rojane bikin hesabên qirêj dikin. Dewamkirina pergala Îmraliyê, ji bo îxbarkirina rêvebirên PKK’ê xelatdayîn, bombekirina bajar û çiyayên Kurdistanê, girtina siyasetmedar û welatparêzan nîşan dide ku dixwazin komployê rojane bikin û encamekê bi dest bixin. Rêber Apo bi berxwedan û sekna xwe ya bêhempa hemû kodên komployê deşîfre kir. Em jî careke din vê komploya ku li hemberî afirînerê hemû bedewiyan ango komploya ku li hemberî Rêber Apo pêk hatiye lanet dikin. Em şehîdên ku bi çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û pêşengê vê çalakiyê Halît Oral bi rêzdarî bi bîr tînin.”
'Em jiyanek bêyî Abdullah Ocalan qebûl nakin'
Denîz destnîşan kir ku ew tu caran jiyaneke bêyê Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha pêde çû: “Dibe ku em li zindanan girtî bin, lê em tu caran teslîm nabin. Ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me bê rakirin, şert û mercên jiyana azad û xebatê bên afirandin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re pêk werin, hiqûqa gerdûnî li Îmraliyê pêk were me grevên birçîbûnê daye destpêkirin û çalakiyên greva birçîbûnê bi biryarî û cidiyeteke mezin dê dewam bikin. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di 8'ê mijdarê de di çarçoveya hemleya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Me li zindanan di 27’ê mijdarê û 16’ê kanûnê de grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Bedela wê çi dibe bila bibe heta tecrîd were şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi hêviya serkeftinê em berxwedana xwe mezin dikin. Em hemû çalakvanên li Ewropayê, li başûrê Kurdistanê û hemû hevalên ku di berxwedaneke wiha pîroz de cih digirin silav dikin. Ji 16’ê kanûnê vir ve di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de 301 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi biryardarî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Ji bo hêzên demokratîk bang
Denî, herî dawî bang li hêzên demokratîk, rewşenbir û akademîsyenan kir û wiha daxuyaniya xwe bi dawi kir: “Mazlûm Dogan di zindana Amedê de got; ‘Teslîmbûn îxanet e, pasîfîzm têkçûn e û berxwedan serkeftin e’ û em jî li gorî vê gotinê û xeta serkeftinê li ber xwe didin. Ji ber ku li hemberî faşîzmê berxwedan her tim rewa ye. Berxwedana siyaseta demokratîk, di hilbijartinên heremî de bi meşandina xebatan pêşxistina berxwedanê ye, Rêbertiya me şaredariyan wekî dibistanên demokrasiyê bi nav dike û rizgarkirina şaredariyan bi berxwedanê pêkan e. Em bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê, nivîskar û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em bang li gelên Tirkiye û cîhanê dikin ku li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Tecrîdkirina Rêbertiya me di esasê xwe de tê wateya tecrîdkirina me. Kesên ku qêrîna me ya berxwedanê nabihîzin bila mirovbûna xwe lêpirsîn bikin. Li hemberî faşîzmê roj roja yekitiyê ye û roj roja şikandina tecrîdê ye.”