Bi çepikan binçavkirina Yelîz Karaaslan şermezar kirin
- 14:18 14 Sibat 2019
- Rojane
AGIRÎ - Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan duh ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.Binçavkirina Yelîzê bi çepikan hate şermezarkirin.
Li Agiriyê jî parlamenter, namzetên hevşaredariyan û rêveberên HDP'ê xwestin bi dirûşma "Di Roja 100'emîn De Ber Bi Leyla Ve, Em ê Tecrîdê Bişkênin" xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç jî di nav de ji avahiya HDP'ê derketin û ketibû rê û pişt re polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kiribûn û Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Agirtiyê Yelîz Karaaslan bi hinceta ‘Tevlî cenazeyên PKK’yan bûye’ hate binçavkirin. Bi tevlîvûna namzetên hevşaredarên navçeyên Agiriyê, rêxistinên HDP, DBP’ê yên navend û navçe li kolana Tahîr Elçî û Cumhuriyetê bi çepikan binçavkirina Yelîz Karaaslan hate şermezarkirin. Girseya ku ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin li tevî hemû hewlêdanên polîsan meşiyan. Piştî re girse bêdengî belav bû.
Her wiha hate zanîn ku îro dê li Emnîyeta Midûryetê îfadeya Yelîzê bê standin û sibê saet 9:00’an de dê dadgêhê doza Yelîzê bê dîtin.