Li Nisêbînê ciwanek hat binçavkirin

  • 14:01 14 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Meşa parlamenteran a bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" li Mêrdînê xwestin bidin destpê kirin li ber partiyê veqetîyan. Ciwanêk hat binçavkirin. 
 
Ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 98'emîn de berdewam dike wê di 15'ê sibatê de daxuyanî bê dayîn HDP'ê li 15 navendan bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" meş da destpêkirin. Ji van cihên ku meş lê hat destpêkirin yek jê jî bajarê Mêrdîn bû. Parlementerên ku xwestin bimeşin, polîsan Huseyîn Kaçmaz cop kirin, Pero Dundar jî ji ber derba kalkanan ji destê xwe birîndar bû. 
 
Parlamenterên ku bi saetan di nav wan polîsan de man. Pero Dundar ji ber xwîna destê wê nedisekinî derbasî nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê bûn. 
 
Piştî ku hemû parlementer derbasî nexweşxaneyê bûn, li ber avahiya partiyê ciwanê bi navê Şoreş Saltikalp ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Kesê ku hat binçavkirin polîsan wî birin Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê.