Gelê Efrînê û Şehbayê piştevaniya xwe ji Leyla Guven re nîşan dan
- 13:54 14 Sibat 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Bi dirûşma' Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk mîsoger bikin', Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê û ya Kantona Şehbayê çalakiyek xwepêşandanê ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven li dar xistin.
Bi tevlîbûna hemû sazî û meclîsên rêveberiya xweser, Meclîsa kantona Şehba û Efrînê, Meclîsa Malbetên Şehîdan a her du kantonan Efrîn û Şehba li gundê Til Qirah ya Kantona Şehbayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Abdullah Ocalan û Leyla Guven hatin hilgirtin, her wiha pankartên bi nivîsê 'Sonda me em ê pergala îmraliyê bişkînin û bi Serok Apo re azad bijîn'.
Piştî deqeyek rizgirtin, axaftin ji aliyê rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed, endamê Partiya Civaka Demokratîk Hesen Koçer, bi navê meclîsa Kantona Efrînê Sureye Mistefa, bi navê Kongreya Star Hêvî Silêmen, bi navê Meclîsa Malbetên Şehîdan a Efrînê Sureye Hebeş, li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîda ya Şehbayê Îmen Hesen, li ser navê Rêveberiya xweseriya Demokratîk Fatimê Lekto, Bi navê Meclîsa kantona Şehba Mihemed Welo, bi navê hevjînan Şehîdan şervîn Rifet axivî, di axaftinê de wiha hat gotin:"Em komploya navneteweyî şermezar dikin û piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin ku nêzî 100 rojan di greva birçibûnê de ye ji bo tecrîdê li ser Serok Apo were şikandin."
Jinên tevlî çalakiyê bûn wiha piştevaniya xwe ji Leyal Guven re nîşan dan.
Hevjîna têkoşer Ebd El-Minêm Zekiye Ismeîl a ji kantona Şehbayê got:"Em bi hemû pêkhateyên xwe Ereb, kurd, turkmen li vir kombûne ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ketiye greva birçibûnê ji bo azadiya Rêber Apo. Azadiya Rêber Apo Azadiya gelan e, bijî berxwedana zîndanan, xwesteka me Rêber Apo azad bibe û bi hev re bi hemû pêkhateyan bijîn."
Her wiha dayika têkoşeran a turkmen Fatma Mihemed komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tund şermezar kir û got:" Em wek dayikên têkoşeran ji hemû netewan em ê her piştevaniya Leyla bikin heta azadiya Rêber Ocalan. Dewleta Tirk zarokê me kuştin û axa me dagir kirin, lê baş zanibin dayikên li ser Fikra Rêber Apo perwerde bûne wê tu carî dagirkeran li ser axa xwe nehêlin."
Dayika sê tekoşeran ji kantona Efrînê Hacer Miho jî axivî û got:" Em weke dayikên têkoşerên azadiyê îro tevlî vê çalakiyê dibin ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêber Apo, berxwedana Leyla Guven û hemû çalakvanên ku ketine girêva birçibûnê heta Serok Apo ji zîndana Îmraliyê azad dibe em ê berxwe bidin."
Keça ciwan Emîne Memo jî wiha got:" Ez weke zarokên Efrînê tevlî vê çalakiyê bûme ji bo şermezarkirina kamploya navneteweyî, em weke zarokên Efrînê em ê sîstema Îmraliyê bişkînin û bi Serok Apo re azad bijîn."
Çalakî bi dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe, Bimre îxanet, Bijî Serok Apo' bi dawî bû.