Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne

  • 13:10 14 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan nameyek vekirî ji Wezîrê Dadê re nivîsandin û xwest di vê pêvajoyê de bêyî kes jiyana xwe ji dest bide bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. 
 
Serokê Baroya Amedê û endamên  Lîjneya Rêveberiya Baroyê têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û girtiyan nameyek vekirî ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re şand. Baroyê di nameyê de bi bîr xist ku Leyla Guven ji 8'ê mijdara 2018'an û 305 girtî jî di grevên birçîbûnê de ne. 
 
Nameya Baroya Amedê wiha ye: 
 
"Armanca Leyla Guven ew e tecrîdkirina Abdullah Ocalan ê li Grava Îmraliyê girtî ye bê rakirin. Leyla Guven di çarçoveya dosyaya dihat darizandin di 25'ê Çile de hat berdan. Lê Leyla Guven li mala xwe greva birçîbûnê dewam dike. 99 roj e vê çalakiya xwe didomîne. Her ku diçe rewşa Leyla Guven giran dibe û rîskê jiyanî zêde dibe. Leyla Guven duh rakirin ji nişke ve rakirin nexweşxaneyê û ev jî îşareta talûkeya jiyanê ye. 
 
Em mafê jiyanê diparêzin
 
Tirkiye mixabin di mijara girtîgehan û grevên birçîbûnê de xwedî tecrûbeyên bi êş e. Em wek baroyê di her şert û mercan de mafê jiyanê daparêz in. Ji bo parastina jiyana mirovan em wek baroyê çalakiyên wek greva birçîbûnê destek nakin. Em dixwazin ku viya bi bîra girtiyan jî bixin. Lê divê beriya her tiştî daxwaza wan bê qebûlkirin. Abdullah Ocalan ji Tîrmeha 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Malbata Ocalan jî ji Cotmeha 2014'an heta niha tenê du caran birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk aniye. 3 girtiyên ji adara 2015'an ve birin Grava Îmraliyê ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtin kirine. Ji ber vê yekê Ocalan û 3 girtiyên din ji ber qanûna hatiye derxistin nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ji vî mafê xwe sûd wernagirin. Ev ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn. 
 
Bila cudakarî neyê kirin 
 
Mafê hevdîtina miwekîl û parêzer ji aliyê peymanên netewî û navnetewî ve jî hatiye mîsogerkirin. Di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtî dikaribin di her şert û mercan de sûdê ji mafên xwe bigirin. Ji bo jiyana Leyla Guven û girtiyan hin bêtir nekeve talûkeyê divê dest ji vê pêkanîna cudakar bê berdan. Di serî de Wezîrê Dadê û hemû saziyên netewî û navnetewî tişta pêwîst bikin. Em wan vedixwînin wezîfeyê. 
 
Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
 
Bêyî ku di vê pêvajoyê de windahiya can pêk were em dixwazin bi dawî bibe. Tecrûbeyên salên berê jî hene. Ji bo pêşî li krîzên mezin ên civakî bê girtin û şertên baş bên destpêkirin, em wek Serokê Baroya Amedê û Lîjneya Rêveberiyê dixwazin diyar bikin ku em dikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Armanca me ne destekdayîna grevên birçîbûnê ye an jî mirinê pîroz bibînin e. Berevajî vê yekê em dixwazin mafê jiyanê biparêzin û deriyek xêrê ji aştiya civakî re vekin. Em wek Baroya Amedê ku xwedî samîmiyet û danehev e carek din bawerî pê tînin ku dê ceribandina aştiyê ji bo feydeya gelên me be. Ji ber vê yekê tevî hemû rîskan jî em wek Baroya Amedê amade ne û namzetin ku vê wezîfeya giran hildin ser milê xwe."