Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:42 14 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 790’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahim Bîlmez, Cengiz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Nevroz Uysal  bi armanca biçin Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û muvekilê xwe ziyaret bikin cara 790’emin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
  
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hinceta “muhalefeta hewayê heye”, “Koster xera be ye", “Koster di tamîrê de ye" û “OHAL” heye hemû serlêdanênk wan hatin redkirin.