KCD'ê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê bang kir
- 12:32 14 Sibat 2019
- Rojane
AMED - KCD'ê bi daxuyaniyeke ku da diyar kir ku yên komploya 15'ê Sibatê plan kirin têk çûne û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desteka ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê berpirsyariyeke dîrokî ya me hemûyan e."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo balê bikişîne ser salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn û grevên birçîbûnê yên di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de ku berdewam dikin daxuyaniyeke nivîskî da.
KCD'ê di destpêka daxuyaniya xwe de komplo şermezar kir û wiha got: "Komploya navneteweyî bi îrade û berxwedana bêhempa, bi perspekîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi berxwedan û têkoşîna dîrokî ya Gelê Kurd hatiye têkbirin."
'Komploger têk diçin têkoşîn mezin dibe'
KCD'ê diyar kir ku di salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de hêzên komploger li nava çirava Rojhilata Navîn ji holê radibin û wiha dewam kir: "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêşengiyê jê re dike, bi felsefeya azadiyê û îdealên jiyana hevpar Rojhilata Navîn kiriye qada jiyanê û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Gelê me bi Şoreşa Rojava, bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê û bi têkoşîna lehengî ya gelê me yê li dîasporayê, xwedî li Rêberê xwe derket û komplo hilweşand. Civaka navneteweyî ev komploya namerdî ya li dijî gelê me hate kirin dît û li refên gelê me cih girt. Lê belê hêzên emperyal ên navnetweyî û mêtinger-paşverû yên herêmî dijminatî û siyaseta tasfiyeyê ya li dijî gelê me didomînin. Bi her awayî zext, komkujî û qirkirinê tifaqên gemarî dike û dixwaze vê yekê bidomîne."
'Erka her kesî ye ku deng bidin berxedana Leyla Guven'
KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, beşa herî stratejîk a polîtîkaya tasfiyeyê ya li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û bal kişand ser grevên biçîbûnê û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, girtiyên siyasî yên li zindanan, siyasetmedarên Kurdistanî yên li dîasporayê, ji bo şikandina tecrîda mutleq û jiholêrakirina vê tifaqa qirêj bi berpirsyariyeke dîrokî rabûne û dest bi greva birçîbûnê kirine. Erka hêzên demokrasiyê yên navneteweyî û mirovahiyê ye, erka mirovahiyê hemû ye ku destekê bidin vî deng û berxwedana di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpêkirin."