Guler Tunç bertek nişani biryara DMME'yê ya derbarê Cizîrê de da
- 14:50 7 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - DMME'yê dosyaya derbarê kesên di jêrzemînên li Cizîrê de hatin qetilkirin û binpêkirinên mafan yên wê de red kir. Guler Tunç, bertek nîşanî biryarê da û got; "DMME bûye parçeyekî AKP'ê."
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû. Di dema qedexeyê de 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê mabûn û bi tang û topan hatibûn şewitandin. Di 3'emîn salvegera şer de danişina dozê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) hat dîtin. Der barê komkujiyê de serî li DMME'ê dan. DMME'ê serlêdana doza ku tê de dosyayên Omer Elçî û Orhan Tuncç derxistibûn pêş red kir û diyar kir ku ev serledan nayê qebûlkirin.
Hevjîna Orhan Tunç a ku tevli daneşîna hat dîtin bû Guler Tunç diyar kir ku tu eleqeya biryarê bi hqûqê re tune ye û got ku ew ê dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin.
'Eleqeya biryarê bi hiqûqê tune ye'
Guler a ku bertek nîşanî biryarê da, diyar kir ku berî bi sê salan ji dadgehê hêviyeke wan a ku korîdorek bê vekirin hebû lê ev pêk neat û wihiha berdewam kir; " Em berî bi 3 mehan ji bo tevli daneşînê bibin çûn Strasbourgê. Tişta hat jiyîn me carekedin lê wê vegot. Lê biryara dadgehê ku îro da nayê qebûlkirin. DMME'yê wekî her carê vê carê jî bi vê biryarê navê xwe di lîstikên AKP'ê de nivîsand. Berî bi sê salan hêvike min ji vê dadgehê hebû lê berî bi 3 mehan jî dema ku ez çûm vê dadgehê tu hêviyeke min tune bû. Berî bi 3 salan hêviya min ew bû ku dibe korîdorek bê vekirin, Orhan û hevalên xwe bi saxî derbikevin hebû. Lê dadgehê biryarek bi vî rengî negirt."
'Heta dawî wê têkoşîna me bidome'
Guler diyar kir ku biryara hatiye girtin dijhiqûqî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî mirina wan a di encma komkujiya dewletê de dadgehê biryara daneşîneke nû da. Em jî çûn tevli wê daneşînê bûn. Biryara ku îro vê dadgehê daye ez qebûl nakim û şermezar dikim. Dadgehê wekî her carê vê carê jî AKP parast. Eta ku em hebin wê têkoşîna me berdewam bike."