HDP’ê li Qulpê bi tevlîbûneke mezin buroya hilbijartinê vekir

  • 12:41 7 Sibat 2019
  • Rojane
ÎDİR - HDP’ê li navçeya qulpê bi tevlîbûneke mezin bûroya hilbijartinê vekir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li navçeya Qulpê ya Îdriê bi tevlibûnek mezin û bi coş büroya hilbijartinê vekir. Namzetên şaredariya  Îdirê Eylem Çelîk, Yaşar Akkuş, nazmetên navçeya Qulpê ya Îdirê Ayşe Aras Kaynar, Kemal Savaş, nazmetê Qersê Ayhan Bîlgen, rêxistinên HDP, DBP’ê yên navend û navçeyê tevli bernameyê bûn. Di vekirina bûroyê de nazmetê şaredariya qersê Ayhan Bîlgen axivî. Ayhan bal kişand ser hilbijartinê û anî ziman ku ev hilbijartin dîrokiye û got ku 31’ê Adarê gel dê ji hişmendiya ku vîna wan xespkir hesap bipirse. 
 
‘Dê Îdir, Qers û bi tevahî gel bi ser kevin’
 
Ayhan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt  got;” Em kolan bi kolan digerîn û aşitiyê, azadiyê û demokrasiyê diparêzîn. Ji bo ku êdî xwîn nerijê û şer pêk neyên.  Li girtîgehan bi hezaran dest bi greva birçîbûnê kirîne. Divê li gel vê têkoşînê divê em di 31’ê Adarê de bi ser kevin. Em di demokrasiyê de israr dikîn. Em ê bi hev re bi ser kevin. Gel dê di 31'ê Adarê de ne qeyûman vîna xwe hilbijêre. Dê Îdir û Qersê bi ser kevin wê girêdayî vê gelên Tirkiyeyê bi ser kevin." 
 
Piştî axaftinnan buroya hilbijartinê ya navçeya Qulpê hat bi coşeker mezin hate vekirin.