Rêxistina Rojava alîkariya gelê li Til Nesriyê kir
- 11:45 7 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca alîkariya şêniyên Til Nesrî Rêxistina Rojava ya Alîkariyê û Pêşxistinê, 120 selikên xwarinê li malbatan belav kirin.
Rêxistina Rojava a Alîkariyê û pêşxistinê da ku bi erkê yê mirovî rabe û bi Şêniyên gundê Til Nesrî ê girêdayî Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, bibe alîkar 120 selikên xwarinê li malbatan, belav kirin. Ev şêniyên Til Nesrî Koçberên Efrînê ne.
Rêveberiya Rêxistina Rojava ya Alîkarî û pêşxistinê Nejbîr Fetah axivî û wiha got:"Dewleta Tirk û hevkarên wan gelê Efrînê bi darê zorê ji warê wan derxistin, em jî da ku bi gelê xwe yên Efrînê re bibin alîkar û êşa wan sivik bikin, me dest bi alîkariyê kir. Li gorî bernameya xwe pêdiviyên jin û zarokan em pêşkêş dikin bataniy û lihêfan jî em didin."
Nejbîrê bang li sazî û rêxsitinên mafê mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em bi hemû derfetên xwe alîkariya gelê xwe re dikin, lê pêwîst e ku rêxistinên mafê mirovan û yên alîkariyê bi erka xwe ya mirovî rabin û alîkariyê bi gelê Efrînê re bikin."