Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin

  • 11:24 7 Sibat 2019
  • Rojane
EDENE / MÊRDÎN - Polîsan di serdegirtina malan a li Mêrdînê de Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Sincar û rêveberên partiyê binçav kirin. Polîsan li Edeneyê jî bi ser mala Endama Meclisa DBP'ê Beritan Onen de girt û li mala wê ya Edeneyê binçav kirin. 
 
Polîsan serê sibehê li Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Ali Sincar û rêveberê HDP'ê Abidin Unay, Halil Yagan û Adil Başaran binçav kirin.
Polisan di çarçoveya operasyonê de bi ser mala Hevserka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak de jî girtin û li mala wê lêgerîn kirin. Lê ji ber Amak ne li mal bû nehat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê. 
 
Berîtan Onen li Edeneyê hat binçavkirin
 
Polîsan li Edeneyê jî bi ser mala Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Beritan Onen ya li navçeya Seyhana Edeneyê de girt û li mala wê ew binçav kirin. Polîsan li malê demek dirêj lêgerîn kirin. Polîsên ku Berîtan Onan binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Seyhanê. Hat zanîn ku ji ber çalakiyek DBP'ê ya li Mêrdînê Berîtan Onen binçav kirine.