Çeteleya tundiya li ser jin û zarokan a mehay Çileyê: 27 jin hatin kuştin

  • 11:20 7 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN: Di meha Çile ya ewlil a salê de herî kêm 27 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man.
 
Ji ber qanûnên nayên sererastkirin, nayên pêkanîn û gotinên ku tundiyê zêde dikin her roj jin tên kuştin. Di meha Çileyê ya ewil a sala 2019'an de jî jin ji aliyê mêrên herî zêde nêzî wan ve hatin kuştin, birîndarkirin û zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. Ajansa me daneyên meha Çileyê yên tundiya ku li jin û zarokan tê kirin kom kirin.
 
Li gorî daneyên ku me ji çapemeniya neteweyî û ya herêmî gitin, di meha Çileyê de 27 jin hatin qetilkirin, 8 jin tundiya mêr û êrîşa zayendî re rûbirû man, 3 zarok hatine qetilkirin, herî kêm 4 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane.