Çalakiya Leyla Guven di roja 92'yan de ye: Gelek hunermendan piştgirî da

  • 11:00 7 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku çalakiya wê ya greva birçîbûnê ya li dijî tcrîdê daye destpêkirin di roja 92'emîn de berdewam dike. Gelek hunermendên ku piştgirî dan çalakiyê di klîba strana bi navê "Leyla" de kom bûn.
 
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê da destpêkirin di roja 92'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku girtîgî dihat darizandin û di 25'ê Çileyê de hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. 
 
Rewşa Leylayê giran dibe
 
Leyla ya ku pirgirêkên tendirustiyê dijî, êdî mîdeya wê vexwarinê jî tehamûl nake, êşa mîdê dikişîne, nikare li ber ronahiyê bimîne û bêyî alîkarî nikare rabe ser piyan. Li aliyê din cî çalakiya Leylayê her roj ji aliyê parlamenterên HDP'ê rêvberên DBP'ê û ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ve li ber mala wê tê silavkirin. Ji roja ku Leyla dest bi çalakiyê kiriye 8'ê Mijdara 2018'an ve piştevaniya bi çalakiya wê re roj bi roj zêde dibe û ji aliyê hunermend nivîskar û siyasetmedarjî ji Leylayê re piştgirî tê dayîn. 
 
Grev berdewam dikin
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku bi heman armancê hat destpêkirin di roja 54'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 79'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 53'yan de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 53'yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 19'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 24'an de berdewam dike.
 
Ji bo Leyla gelek hunermend hatin gel hev
 
Gelek hunermendên ku ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven hatin gel hev  strana bi navê "Leyla"  gotin.  Leyla ji bo hunermendên ku stran diyariyê wê kirin spas kir û li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got: "Ez ji bo her kesên ku ev stran ji bo min diyarî kirine spas dikim. Bi hêviya ku em di rojên aştiyane de bi govend û dîlanê bên gel hev dibêjim başe ku hûn hene."
 
Lînka Klîbê wiha ye: