Jinên Efrînê: Leyla Guven sembola azadiyê ye

  • 10:43 7 Sibat 2019
  • Rojane
Ferîde Zada
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê çalakiya Leyla Guven de axivîn û gotin:"Em wekî Jinên Kurd piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Leyla sembola azadiyê ye. Em heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû.  Piştgiriyê ji bo çalakiya Leyla Guven didomin. Jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne jî piştgiriyê didin çalakiya Leylayê û dibêjin:"Heta Serokê me ji zindana Îmraliyê rizgar bibe em ê li berxwe bidin."
 
'Azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e'
 
Hevseroka Meclîsa Babinêsê Fikret Ebdelo ya ku piştgiriya berxwedaniya Leyle Guven dike wiha dibêje:”Em weke jinên Efrînê piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin. Hevdîtina nîv saetê ya ku birayê Rêber pêk anî, têrê nake. Azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e.  Heta ku Rêberê me azad bibe em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
'Leyla Guven bû sembola jina azad'
 
Endama Meclîsa Gundê Babinêsê Meryem Misto jî wiha got:"Leyla Guven bû sembola jina azad .Em wekî Jinên Kurd piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Leyla sembola azadiyê ye. Em heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê. Heta Serokê me ji zindana Îmraliyê rizgar bibe em ê li berxwe bidin."