Qedexeya duh hat îlankirin îro hat rakirin

  • 10:23 7 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Qedexeya derketina derve ya li 11 gund û mezrayên girêdayî navçeya Licê û Hênê hat rakirin.  
 
Walîtiya Amedê duh li 7 gund û mezrayên girêdayî navçeya Licê û li 4 gund û mezrayên girêdayî navçeya Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Qedexe duh bi şev saet di 24.00’an de hat rakirin. Li heman herêmê jî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkeran bi ser gelek malan de girtibû û ketin û derketina ji gundan qedexe kiribûn.