Jinên Sosyalîst: Bi Gelê Kurd re wê şoreşa me ya yekbûyî bi serkeve

  • 09:44 7 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Jinên Sosyalîst destnîşan kirin ku divê Her kes piştgiriyê bide Leyla Guven û banga têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê kirin. Jinên Sosyalîst wiha gotin: “Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, wê têkoşîna em didin hîn bilindtir bike. Em wek Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê vê girîng dibînin û em difikirin ku wê şoreşa me ya yekbûyî ya bi Gelê Kurd re bi serkeve.” 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin, di roja 92’emîn de didome.Piştî Leylayê bi armanca piştgiriyê li girtîgehan çalakî belav bû û niha 281 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Li gelek deverên cîhanê jî bi armanca piştgiriya girtiyan çalakî didomin û jinên çepgir-sosyalîst jî gotin ‘daxwaza Leylayê daxwaza me ye’.
 
‘Em bi têkoşîna yekbûyî dikarin faşîzmê têk bibin’
 
Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Stenbolê Pinar Turk destnîşan kir ku ew di şertên faşîzmê de dijîn û wiha got: “Em ji bo cîhanek azad û adîlane têdikoşin. Têkoşîna li derve tê dayîn, du car, sê carê wê li hundir tê dayîn. Bi têkoşîna ku didin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ji bilî vê rêbaza wan namîne. Ev têkoşînek li dijî tecrîdê ye. Leyla Guven bi nêzî 300 girtî re ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ji bo me sosyalîst û gelê me pir girînge. Em bi têkoşîna yekbûyî dikarin faşîzm û şovenîzmê têk bibin. Daxwaza Leyla Guven û girtiyan daxwaza me ye.”
 
‘Em dikarin bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’
 
Pinarê her wiha da zanîn ku kesên gel bi rêve dibin, hebûna xwe li ser şovenîzmê kûr dikin û wiha pê de çû: “Ji bo şovenîzm ji holê rabe divê karker û kedkar berxwedana xwe hîn bêtir bilind bikin. Di vê pêvajoya ku dewlet hewl dide me ji hev bike, em bi berxwedanê dikarin vê tecrîdê bişkînin. Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê têkoşîna em didin hîn bilindtir bike. Em li kolanan, li qadan zêdetir deng derbixin, wê demê hîn bêtir wê xwedî li daxwaza Leyla Guven bê derketin. Ji ber vê bang li jin ciwan, kedkaran dikim ku piştgiriyê bidin Leyla Guven û li dijî faşîzmê bibin yek, dakevin kolanan.”
 
‘Li dijî zextan têkoşînek mezin’
 
Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurtek Karahanci jî diyar kir ku ew di rojên ku faşîzm derketiye asta jor de dijîn û li dijî vê di heman demê de têkoşînek xurt jî heye. Nurtekê wiha berdewam kir: “Li ku derê faşîzm heye li wir têkoşîn jî heye. Em karker, kedkar, sosyalîst û dostên Kurdan dîsa li kolanan, li qadan e. Leyla Guven 92 roje di grevê de. Çalakiya wê girînge. Ji bo tecrîdê bişkîne bedena xwe da ber birçîbûnê. Grevên birçîbûnê di alî tevgerên şoreşê yên Tirkiye Kurdistanê de di alî têkoşîna yekbûyî de girîng in. Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e. Rêberê tevgera gelekî ye. Rakirina tecrîda li ser wî di vî alî de girînge. Rakirina tecrîdê tê wateya, rakirina tecrîda li ser girtiyên siyasî. Wê dîsa bandorê li kolanê jî bike. ji ber wê gelê Kurd bi daxwaza azadyê dakeve kolanan û wê hêzek şoreşger a dînamîk derkeve. Em Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê vê girîngiyê dibînin. Em wek jinên kedkar wê dengê xwe bilind bikin, hêzê bidin hêzê.”