‘Em encamên tecrîdê îro zêdetir trajîk û zelal dibînin’
- 09:38 7 Sibat 2019
- Rojane
ENQERE - Huda Kaya ya HDP’î diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser mîlyonan dike û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan, li hember hêvî û riya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê em îro encamên wê yên trajîk û zelal dibînin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin, roja 92’emîn li pey xwe hişt. Leyla di 25’ê Çile de di rûniştina 5’emîn a doza jê dihat darizandin bi qedexeya derketina derve hat tahliyekirin. Piştî çalakiya Leylayê şûnde li gelek girtîgehan jî grev hat destpêkirin û didome. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak jî ku li girtîgeha Kandirayê girtîne, di roja 25’an de greva xwe didomînin.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya tecrîd û grevên birçîbûnê nirxand, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen jî der barê rewşa girtiyên di grevê de axivî.
‘Îrade û fikra mîlyonan kesî di bin tecrîdê de ye’
Hudayê destnîşan kir ku bi salan e li Tirkiyeyê di qada mafê mirovan de krîz tê jiyîn û dema herî dijwar jî niha tê jiyîn û ev tişt vegot: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan, li hember hêvî û riya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê em îro encamên wê yên trajîk û zelaltir dibînin. Êdî ne kesek hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Îfade, îrade, fikir û jiyana mîlyonan kesî di bin tecrîdê de ye.”
Hudayê bi lêv kir ku mirov ji ber fikrên xwe rastî cezayên giran tên û her wiha balkişand ser grevên birçîbûnê û got ev berxwedaneke li dijî zilm û neheqiyê ye. Hudayê ev tişt anî ziman: “Rexneyên bi rewşên sîvîl tên kirin, tên cezakirin. Parlamentera me Leyla Guven çalakî da destpêkirin û piştî wê li girtîgehan grev belav bû. Ya dikeve ser milê me ev e ku, em vê qêrîn, heqîqetê bigihînin hemû civakê. Di vê çarçoveyê de em hewl didin planên xwe yên der barê grevê de bajar bi bajar pêk bînin.”
‘Divê demildest zemînên qanûnî bên avakirin’
Endama MYK a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku li girtîgeha Jinan a Sîcan û girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê bi giştî 10 jin ketine greva birçîbûnê û ji bo girtiyên ketine grevê jî cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Grev li ser yek daxwazê pêk hatin. Ev jî daxwaza bidawîkirina tecrîdê bû. Ji bo rakirina vê tecrîdê zemîna hiqûqî û destûra bingehîn heye. Di van zemînên qanûnî de ger hevdîtinên malbat û parêzeran bê kirin wê grevên birçîbûnê bidawî bibin. Divê demildest zemînên qanûnî bên avakirin.”
‘Doktorên serbixwe nikarin bikevin girtîgehan’
Nurayê destnîşan kir ku Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo girtiyên di grevê de ziyaret bike serî li wezareta Tenduristiyê dane lê serlêdan hat redkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di grevên berê de bi daxwaza girtî û doktoran, kontrol dihatin kirin. Lê grev nêzî 3 mehane û doktorên serbixwe nikarin bikevin girtîgehan. Daxwazên TTB’ê dane tên redkirin. Niha ji 280’ê zêdetir girtî di grevê de ne. Hîna ku pirsgirêkên van ên tenduristiyê dest pê nekiriye divê hevdîtin pêk bên.”