Êş û coşa xwe bi helbestên ku dinivîse tîne ziman
- 09:20 7 Sibat 2019
- Rojane
Rojda Seyîdxan
QAMIŞLO - Jina bi nave Fatime Casim a ku law û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dane anî ziman ku ew êş û coşa xwe bi helbetan tîne ziman û wê helbesta xwe ya yekem ji bo lawê xwe nivîsandiye. Fatimeyê wiha got:"Ez dema helbestan dinivîsim, ez sivik dibim, wekî ku barek ji ser milê min rabûbe."
Jina Ereb a bi navê Fatima Casim a li Til Hemîsa Qamişloyê dijî û li Dibistana Ehmed Şewqî dixebite tîne ziman ku ew hestên xwe bi saya helbestan hêsantir rave dike. Fatimaya ku hevjîn û lawê wê di şerê li dijî dagirkeran de jiyana xwe ji dest dane hestên xwe wiha anî ziman:"Min bi keda destên xwe dibistan qedand û dest bi nivîsandina helbestan kir. Dema ku ez bi saya helbestan derdê xwe û coşa xwe tînim ziman ez gelek xwe bextewar hês dikim."
'Ez hem dixebitim hem jî helbestan dinivîsim'
Fatimeyê bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha got:"Malbata min zarokên xwe yên keç nedişandin dibistanê. Di temenê xwe yê 20 salî de ez zewicîm û ez bûm xwediyê heft zarokan. Min bi ked û hewldana xwe helbest nivîsand. Lawekî min û hevjînê min şehîd ketin. Min xemgîniya xwe ya ji bo wan bi helbestên xwe anî ziman. Piştî law û hevjînê min şehîd ketin şûnde malbata şehîdan ji min re kar dîtin. Ez hem dixebitim hem jî helbestan dinivîsim."
'Helbest ji bo min taybet e'
Fatmayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Helbest ji bo min taybet û hêja ye. Min li ser lawê xwe yê şehîd ket, Rêber Apo û hemû şehîdan helbest nivîsandiye. Ez dema helbestan dinivîsim, ez sivik dibim, wekî ku barek ji ser milê min rabûbe. Min bi keda destên xwe dibistan qedand û dest bi nivîsandina helbestan kir. Dema ku ez bi saya helbestan derdê xwe û coşa xwe tînim ziman ez gelek xwe bextewar hês dikim."