'Li dijî êrîşên dewleta tirk dê têkoşîna me bidome'
- 09:10 7 Sibat 2019
- Rojane
Ferîde Zada
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê de gotin:"Em ê heta dawî li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û heta ku Efrîn rizgar bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê de gotin:"Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Bila Erdogan baş bizanibe ku Efrîn ji wî re namîne. Em ê Efrînê ji destên dijminan rizgar bikin. Li dijî êrîşên dewleta tirk dê têkoşîna me bidome."
'Em tu carî serî li hember dijmin natewînin'
Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclîsa Navçeya Ehdasê ya Şehbayê Fidan Îsa wiha got:"Efrîn dagir kirin niha jî êrîşî Şêrewayê dikin û dixwazin vir jî dagir bikin. Îradeya me xurt e em ê tu carî teslîm nebin. Em tu carî serî li hember dijmin natewînin."
'Em hene û her tim em ê hebin heya Efrîn rizgar dibe'
Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Gundê Babinêsê ya Şehbayê Roken Xurto wiha got:"Dewleta tirk bi êrîşên xwe sivilan hedef digire. Dixwaze tiştên ku li EfrÎnê kiriye li Şêrewayê jî bikin. Lê em hene û her tim em ê hebin heya Efrîn rizgar dibe."
'Axa Efrînê bi xwîna şehîdan hat avdan'
Jina bi navê Fatmê Hisên a ji gundê Senarê ya Kantona Efrînê ye jî wiha got:”Axa Efrînê bi xwîna şehîdan hat avdan. Dê Erdogan hesabê dagirkeriyê bide. Em ê heta dawî li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û heta ku Efrîn rizgar bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Bila Erdogan baş bizanibe ku Efrîn ji wî re namîne. Em ê Efrînê ji destên dijminan rizgar bikin. Li dijî êrîşên dewleta tirk dê têkoşîna me bidome."