'Em naxwazin zilma DAÎŞ'ê dubare bibe'

  • 09:07 7 Sibat 2019
  • Rojane
Sîlva Birahîm    
 
MINBIC - Têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê jina bi navê Zerge Ehmed nerazîbûnên xwe anî ziman  û wiha got:"Em naxwazin zilma DAÎŞ'ê bi destên çeteyên  Erdogan dubare bibe. Em nahêlin dagirker axa me dagir bikin."
 
Gef û êrîşên  dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê didomin. Têkildarî mijarê de jina bi navê Zerge Ehmed a 53 salî nerazîbûna xwe ya li dijî gef û êrîşan anî ziman û got:"Berî ku Minbic bê rizgarkirin me gelek êş û zehmetî kişand. Em naxwazin dîsa bi destên dewleta tirk ev êş û zehmetiyan bê dubarekirin. Heta ji destên me bê em ê li berxwe bidin."
 
'Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin'
 
Zergeyê wiha got:"Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî me kir em bi zilmek mezin rû bi rû man. Hevserê min Şehin Resul 5 salan ji me dûr di destên DAÎŞ'ê de êsîr bû. Bi saya YPG/YPJ/QSD'ê hat rizgarkirin. Me ji ber êrîşan koçî Efrîna Rojava kir. Heta ku Minbic hat rizgarkirin em dawiyê vegeriyan. Niha ji ber DAÎŞ ber bi tunebûnê diçe, lê Erdogan naxwaze DAÎŞ bi dawî bibe. Lê em ê nehêlin çete û dagirker bi ser bikevin û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
'Em naxwazin zilma DAÎŞ'ê dubare bibe'
 
Zergeyê herî dawî wiha got:"Em naxwazin zilma DAÎŞ'ê bi destên çeteyên  Erdogan dubare bibe. Em nahêlin dagirker axa me dagir bikin. Berî ku Minbic bê rizgarkirin me gelek êş û zehmetî kişand. Em naxwazin dîsa bi destên dewleta tirk ev êş û zehmetiyan bê dubarekirin. Heta ji destên me bê em ê li berxwe bidin. Em nahêlin zarokên biçûk dîsa bibin qurbanê vê zilmê."