ROJEVA 7'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 7 Sibat 2019
- Rojev
*Têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê jina bi navê Zerge Ehmed nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha got:"Em naxwazin zilma DAÎŞ'ê bi destên çeteyên Erdogan dubare bibe. Em nahêlin dagirker axa me dagir bikin."
*Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê de gotin:"Em ê heta dawî li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û heta ku Efrîn rizgar bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
*Jina bi navê Hemdiya Xidir a ku bi keda destên xwe nasnameya xwe diparêze û debara xwe dike wiha got:"Ez dixwazim bi keda destên xwe debara xwe bikim û destên xwe li ber tu kesekî venekim. Her dem min wiha kir û ez vê yekê didomînim." DÎMEN HEYE
*Jina bi nave Fatime Casim a ku law û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dane anî ziman ku ew êş û coşa xwe bi helbetan tîne ziman û wê helbesta xwe ya yekem ji bo lawê xwe nivîsandiye. Fatimeyê wiha got:"Ez dema helbestan dinivîsim, ez sivik dibim, wekî ku barek ji ser milê min rabûbe."DÎMEN HEYE
*Li Şirnexa ku piştî qedexeyê pirsgirêka binsesaziyê nehat çareserkirin, di avahiyên TOKÎ yên nû hatine çêkirin de jî xanî di bin avê de man. Welatiyan ev rewş di çapemeniya civakî de bi gotina ‘Ez li malê masiyan digirim’ anîn ziman.DÎMEN HEYE
*Şehnaz Denîz ku li Nisêbînê yekane namzeta jin a keyatiyê ye, diyar kir ku ew dixwaze pêşdaraza civakê ya ‘jin nikare vî karî bike’ bişîne û wiha got: “Ez ê wek jinekê nîşan bidim ku jin diare keyatiyê ji gelek kesan baştir bike.” BI DÎMEN
*Huda Kaya ya HDP’î diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser mîlyonan dike û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan, li hember hêvî û riya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê em îro encamên wê yên trajîk û zelal dibînin.”DÎMEN HEYE
*Jinên Sosyalîst destnîşan kirin ku divê Her kes piştgiriyê bide Leyla Guven û banga têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê kirin. Jinên Sosyalîst wiha gotin: “Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, wê têkoşîna em didin hîn bilindtir bike. Em wek Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê vê girîng dibînin û em difikirin ku wê şoreşa me ya yekbûyî ya bi Gelê Kurd re bi serkeve.”