Li Wanê jinan eleqeyeki mezin ji bo HDP nîşandan
- 17:32 6 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê di pêşengiya jinan de berdewam dikin. Li gel hewaya saer HDP'yiyên ku xebatên xwe berdewam dikin rastî eleqeyek mezin a gel tên.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartin rêveberiyên herêmî ku wê di 31'ê Adarê de bên kirin berdewam dike. Li wanê namzedên hevşaredariyê , Meclisa Jinan a HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên HDP'yî, di saetên serê sibehê yên zû de li bajar û navçeyên ku lê ne kom dibin û bernameya xebatên xwe amade dikin. Piştî amadekirina bernameyê dest bi xebatê tê kirin.
Elbak
Li Elbakê ku xebatên hilbijartinê tên kirin namzeda hevşaredariyê Şengul Polat bi jinan re civîya. Şengul diyar kir ku ew ê Elbakê bikin navçeya jinan.
Qelqelî
Li Qelqeliyê jî hevşaredara DBP'ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Handan Bagci û namezeda hevşaredariyê ya Qelqeliyê Dîlan Ogrencî, li taxê bi jinan re sohbet kir û got ku di 31'ê Adarê de dê ji sindoqan demokrasî derkeve.
Erdîş
Rêveberiya Erdîşê jî piştî civîna namzedan a ku wekî mîtîngê derbas bû dest bi xebatên xwe kir. Namzeda Hevşaredariyê ya Erdîşê Yildiz Çetîn, diyar kir ku ew ê projeyên hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin bi encam bike.
Tuşba
Namzeda hevşaredariyê ya Tuşbayê Ayşe Mînaz jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana esnafan kir û piştre jî bi jinan re civiya.
Payizava
Li Payizavayê jî namzedên hevşaredartiyê serdana esnafan kir û piştre jî li tax û gundên navçeyê bi jinan re civiyan.
Bêgirê
Namzedên hevşaredartiyê ya Bêgirê jî serdana esnafan kirin û namzeda hevşaredartiyê Leyla Balkan diyar kir ku ew ê hemû projeyên xwe bi gelê xwe re rêve bibin.
Westan
Li Westanê jî namzedên hevşaredar li gel hewaya sar bi niştecihên gundê Aladuzê re civîyan. Namzed rastî eleqeyek mezin a gundiyan hatin.
Artemêt
Li navçeya Artemêtê jî namzedên hevşaredartiyê li bazarê bi jinan re hevdîtin kirin û jinan jî gilî û gazincên xwe yên derbarê bûhayiyê de kirin. Herwiha jinan diyar kir ku ewê di 31'ê Adarê de dengê xwe ji bo hilberînê bi kar bînin.