Bi dowîzên Leyla Guven ketin Lîjneya Giştî ya Meclîsê
- 16:47 6 Sibat 2019
- Ramyarî
ENQERE - Koma parlamenterên HDP’ê bi dowîzên wêneyên Leyla Guven li ser ketin Lîjneya Giştî ya Meclîsê.
Parlamenterên HDP’ê bi armanca piştevaniya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku 91 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye li Meclîsê çalakî li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê bi dowîzên wêneyên Leyla Guven li ser ketin Lîjneya Giştî ya Meclîsê.
Parlamenteran li gel dwizên wêneyên Leyla dowîzên bi nivîsa “Bila Leyal Guven bijî” jî li ser maseyên xwe dan bicihkirin.