Di doza qursa Kuranê de 5 kes hatin beratkirin yek kes hat cezakirin
- 14:23 6 Sibat 2019
- Rojane
AMED - 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di doza şewata qursa Quranê ya di sala 2015’an de li navçeya Pasûrê rûda û 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan de, ji bo mamoste Farûk Işik 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û biryara beraetê ji bo 5 bersûcên din da.
Danişîna biryarê ya doza derbarê 6 bersûcên şewata qursa Quranê ya girêdayî Miftîtiya Navçeya Pasûrê ya Amedê di sala 2015’an de rû da û 6 zarokan tê de jiyana xwe ji dest dan de hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên bersûc û mexdûran beşdarî danşînê bûn.
Parêzerên mexdûran, xwestin sûcdar bên ceza kirin. Lê parêzerên bersûcan beraeta muwekîlên xwe xwestin.
5 kesî berat kirin
Şandeya dadgehê piştî parastinên parêzeran biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ji bo mamoste Farûk Işik 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û daxwazên parêzvanên mexdûran ên ji bo girtin Işik red kirin.
Dadgehê, dîsan ji bo 5 bersûcan Keyayê Gund Ozcan Ceylan, Abdullah Cengîz ê di Şandeya Pîr û Kalan de cih digire Abdullah Cengiz, Hanîfî Dîzmen, Hiyasettîn Bartar û Sebahattîn Çankaya biryara beraetê da.