Li TOKÎ'yên Şirnexê hezaz çê bû
- 13:19 6 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê, li qada ku TOKÎ piştî qedexeyên derketina derve hat çêkirin ax hilweşiya û dîwarê sipatinê rûxiya û rê qelişî.
Li Şirnexê, li taxên ku Îdareya Rûniştingeha Giştî (TOKÎ) a piştî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de hat avakirin, ax hilweşiya û rê qelişî. Berê jî hatibû diyar kirin ku Taxa Yenî herêma hezazê ye û ax hilweşiya dîwarê sipatinê rûxiya. Di heman demê ji ber sersariya heyî jî rê qelişî.
Dîsan li avahiyên taxa Bahçelîevlerê jî, heman pirsgirêk rû dan û niha gelek jêrzemînên van avahiyên di binê avê de mane.