Platforma Zimanê Kurdî bernameyên xwe bi raya giştî re parve kir

  • 13:18 6 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - PZK'ê  bernameyên xwe yên dema nêz û dema dûr ji raya giştî re eşkere kir. PZK’ê diyar kir ku ew ê ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê çalakiya “Zimanê kurdî nasnameya me ye” li dar bixin û di pîrozbahiyên Newroza îsal bibe pîrozbahiya zimanê kurdî û mafê zimanê kurdî bê daxwazkirin û bikin rojev. 
 
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Pilatforma ku di serî de li taştê bi rojnamegeran re civiya piştre  daxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî û diyar kir ku ew ji bo bikaranîna zimanê kurdî belav bikin û bikaranîna ziman xebatên xwe berdewam dikin.  
  
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî bernmeya dema nêzîk û dema dûr xal bi xal parve kir. 
 
Bernameya PZK’ê ya dema nêzîk wiha ye: 
 
* Divê beriya her kesî partiyên me,  zimanê kurdî bixwînin û binivîsînin, civînên xwe bi kurdî bikin. Partiyên siyasî divê bibin rol û model ji bona zimanê kurdî.
 
* Di roja 212'ê Sibatê de serok û nûnerên partiyan bi qutikên spî bi dirûşma “Zimanê kurdî nasnameya me ye” derkevin kolanan û belavokan di der darê daxwazên platformê de belav bikin. 
 
* Pirsgirêkên zimanê kurdî di 21’ê Adarê Roja Newroê di hemû bernameyan de cihê xwe bigre û giraniya çalakî û asaftinan jî li ser bi destxistina mafê zimanê kurdî bin. Li hemû bajarên ku Newroz lê were pîrozkirin mafê zimanê kurdî bikeve rojevê. 
 
* Ji medya kurdî ku li hemû beşên Kurdistanê heye ji PZK’ê sûdê werbigire. Di medya kurdî de xebatek xwe xurt bike û pêwendiyên xwe jî berfirehtir bike. 
 
* Piştgiriya hemû cûre hunera kurdî were kirin, taybet jî şaredariyên Kurdistanê ji bona vê armancê bernameyan amade bike. Şaredarî lê li ber pêşketina zimanê kurdî vekin. Ji bona xebatên zimanê kurdî bibin alîkar. 
 
* Bi zimanzan, nivîskar, akademîsyen, hunermend û rojnamevanan re civîn, konferans, panel û semîner werin amadekirin. 
 
* Zimanê kurdî di mizgeft û çalakiyên olî de aktîf were bikaranîn.
 
* Pêwîste em di pêşniyarên di Komxebata Ziman de ku di her sê (3) kargehan de hatin nîqaşkirin, xweşik bînin cem hevdû. Wana ji PZK’ê re bikin nexşerê.
 
* Em bi wê nexşerêyê komeleyên perwerdê, çand, saziyên civakî, olî û aborî di demek nêzîk de ziyaret bikin.
 
* Piştî van ziyaretan em bi medyayê re rûnên û xebatên xwe bi wan re bidin naskirin, ji bona ragihandinê taşteyekê bi medya re amade bikin.
 
* Ji bona ku daxwaza dersa bijarte (kurdî) di nava kurdan de baş belav bibe, divê hemû pêkhateyên Platformê li cihên ku platform lê çalak e, meha Hezîranê de li ber saziyên dewletê yên perwerdehiyê çalakiyan li dar bixin. 
 
Bernameya dûr jî ya PZK’ê wiha ye:
 
* Zimanê kurdî li welatê me bibe zimanê perwerdehiyê. Ango zimanê perwerdê li welat bibe zimanê dayikê. Li bajarên Tirkan ku kurd lê dijîn jî dersa zimanê kurdî bibe mecbûrî.
 
* Zimanê kurdî li Tirkiyeyê li teişta zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Li Kurdistanê jî zimanê kurdî bibe zimanê sereke û tirkî jî li teşişta kurdî be.
 
* Ji bona zimanê kurdî di qanûna bingehîn û qanûna perwerdehiyê de guhertin werin kirin. Mafê zimanê kurdî mîsoger bibe. Kurdî ji hêla fermî de bibe xwedî statû. 
 
* Ji bo alîkariya karê PZK’ê qampanya aborî were destpêkirin.
 
* Peyv û folklora Kurdî berhev bibe, şaredariyên krudan navendek kultur û edebiyata devkî saz bikin. Wan berheman bikin niv3iskî. Bi weşanxanên kurdî re ji bona çapkirina wan xebatên sponsorî were kirin. 
 
* Navê cih, çiya, çem, newal, bajar, bajarok û gundan, dikan û kargehan, dibistan û saziyan li welatê me bibin kurdî.
 
* Saziya Zimanêk Kurdî weke Saziya Zimanê Tirkî Fermî were damezrandin, di parlamento de were pejirandin û ji hêla budça dewlet3e ve were finanse kirin.
 
* Divê PZK di pêşerojê de an bibe weqfa federasyon an jî saizyek fermî û bibe xwediyê navnîşan û avanî.
 
* Konferanseke navnetewî ji bona zimanê kurdî were amadekirin.
 
* Li metropolan û li Ewrûpa divê şaxên PZK’ê bi heman rêgez û programan werin damezrandin.
 
* Ji bo daxwazên PZK’ê di pêndiyên navnetewî de aktualîze bibin, xebata nêzîk û dûr bi hev re divê bibe pakêtek. Ev pakêt bi mafê yasayî û navdewletî re, bi peymanên ku di vî warî de hene, bi daxwaznameyekê hiqûqî were formulekirin û ji saziyên navnetewî re were şandin. Di vê mijarê de alîkarî divê ji baroyan were xwestin."
 
Piştî eşkerekirina bernameyê endamên PZK’ê bersiva pirsên rojnamegeran dan. Şerefxan Cizîrî diyar kir kir ku di warê qada navnetewî ango Yekîtiya Neteweyî de xebatên wan hene û ji bo warê hiqûqî pêwendiyên wan li gel Baroya Amedê jî hene. 
 
Cizîrî bal kişand ser girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê û got ew dixwazin li gelek deveran ji bo 21’ê sibatê xebatên berfireh bên lidarxistin û çalakiyên vê rojê dê şanaziyê bide wan.