Jinên Bakurê Sûriyê li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixin
- 12:43 6 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÜÇEYAN - Kongreya Star sibê li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê bi dirşûmeya "Em ê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û avakirina neteweya demokratîk mîsoger bikin" mitîngan li dar dixe.
Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca destekdayîna çalakiya hevseroka KCD`ê û parlementera HDP`ê ya Colemergê Leyla Guven û şermezarkirina komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku derbasî sala 21`an dibe, li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê mitîngan li dar dixe.
Jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên jinan dê tevli mitîngê bibin. Tê payîn ku mitîng saet di 13:00`an de dest pê bikin, her wiha dê daxuyaniyeke hevbeş jî were dayîn.