'Divê korîdora mirovahiyê bê vekirin'

  • 12:22 6 Sibat 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Endama Komîteya Êsîran a TAJÊ Ehlam Hecî diyar kir ku ji ber korîdora mirovahiyê ji aliyê hukumeta Iraqê ve hatiye girtin êsîrên ku ji destên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin nikarin radestî malbatên wan bikin. 
 
Endama Komîteya Êsîran a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ehlam Hecî diyar kir ku ji ber korîdora mirovahiyê ji aliyê hukumeta Iraqê ve hatiye girtin êsîrên ku ji destên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin nikarin radestî malbatên wan bikin. Ehlamê diyar kir ku divê korîdorek di navbera Rojava û Şengalê de bê vekirin. 
 
Ehlamê got:"Gelek êsîrên ku hatibûn rizgarkirin me radestî malbata wan kiribûn. Lê ji ber ku hukumeta Iraqê korîdor girt gelek kesên hatine rizgarkirin em nikarin radestî malbatên  wan bikin. Welatiyên Şengalê ji bo korîdor vebe bi rojan e ku di nava çalakiyan de ne lê hukumeta Iraqê deng nade welatiyên Şengalê. Divê dawî li vê bêdengiyê bê."