Li Tilkoçerê jinek hat qetilkirin

  • 09:51 6 Sibat 2019
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Bajarokê Tilkoçerê jinek Ereb a  bi nave Mûna Elmen Sûr ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin. Têkildarî mijarê Rêxistina Jinê ya Sara daxuyanî da. 
 
Li Bajarokê Tilkoçerê yê Navçeya Girkêlega Qamişloyê jinek Ereb a  18 salî û xwediyê du zarokan a bi nave Mûna Elmen Sûr ji aliyê pismamê xwe yê bi navê Fîras Elmen ve, bi awayekî hovane hat kuştin.  Fîras ji aliyê hêzê ewlehiye ve hat girtin. Têkildarî mijarê Rêxistina Jinê ya Sara daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistana Jinê Sara, Mûna Ebdil Selam ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin ji dîrokê heta niha rastî tundî û îşkenceyên mezin tên û divê ji bo ev yek bi dawî bibe divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wekî Rêxistina Sara tundiya li ser jinê qebûl nakin û em ê her li dijî tundiya li ser jinê li berxwe bidin. Jin niha jî di bin zordestiyê de ne û her destkeftiyên wan hedef tên girtin. Mêr jinan wekî malê xwe dibînin û her dixwazin di bin desthilatdariya wan de bin. Em ê her hewl bidin ku hemû jinan ji tundiyê biparêzin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.