Selma Irmak: Dê bi rakirina tecrîdê rêya me ronî bibe

  • 09:18 6 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Kandirayê dimîne, bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ev 22 roj in di greva birçîbûnê de ye. Selmayê pirsên ajansa me bersivand û diyar kir ku dê bi rakirina tecrîdê rêya me ronî bibe  û wiha berdewam kir: “Çareserî di mezinkirina ronahiyê de ye. Ancax bi hewldanek wisa desthilatdariya heyî dikare pêngavê bavêje.”
 
Parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Kandirayê dimîne, bi armanca tecrîda giran a li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ev 22 roj in di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya Leyla Guven jî di roja 90’î de ye û piştî Leylayê li girtîgehan jî bi armanca piştgiriyê grev hatin destpêkirin. Selma Irmak derbarê çalakiya grevên birçîbûnê de axivî.
 
*Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, hatine destpêkirin hene. Desthilatdarî bêdengiya xwe diparêze. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
 
Li Tirkiyeyê krîzek cidî ya rejîmê tê jiyîn. Di van rojên ku zext li ser civakê dihat meşandin, tirs dihat afirandin, faşîzm dihat pêşxistin de Leyla Guven, ewrên bêçaretiyê belav kir û dest bi berxwedanê kir. Çav li pêngavek ewil dinêre, li nîşaneya ewil dinêre. Ma gelo pergalên herî çavsor wisa hilneweşyane? Belê her tim îhtîmalek din jî heye. Grevên birçîbûnê roja 80’an li pey xwe hişt. Jin her tim ji her kesî zêdetir ji şer, şîdet û faşîzmê zirarê dibînin. Ji ber vê jî ne tesaduf e ku jin ji vê pê berxwedana dîrokî re pêşengiyê dike. Ji ber vê tecrîda li ser Birêz Ocalan wateyek civakî dihewîne. Ji ber vê hewldana ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan tê dayîn jî divê baş bê fêmkirin. Destpêka pêşerojek aram û demokratîk û her wiha dawiya wê jî di Îmraliyê de ye. Li girtîgehan niha nêzî 300 girtî çalakiya greva birçîbûnê didomînin û daxwaza hevpar mezin dikin û ev gelek watedar û girîng e. Lê divê di civakê jî beramberê vê berxwedan mezin bibe.
 
*Di roja 68’an a greva birçîbûnê ya Leylayê de hevdîtinek nîv saetê ya Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî. Piştî vê dihat payîn ku grev bidawî bibin. Lê berdewamiya grevan nehat. Hûn hevdîtina bi Ocalan re hatiye kirin û piştê wê çawa dinirxînin?
 
20 sale birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev ne encama hiqûqê ya siyasetê ye. Bi polîtîka tecrîdê di heman demê ce civakê jî kontrol dikin. Desthilatdariya siyasî di pêkanîna Îmraliyê de di arenaya polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de wek hêmaya şantajê ya tehdîdê digire dest. Dîsa wek alava polîtîkaya hundir dibîne. Lê tiştê ku ji aliyê desthilatdariya heyî ve nayê fêmkirin ev e:Bi tecrîda Îmraliyê re xwe mahkumê tarîtiya tê afirandin dike. Desthilatdarî tevî ku gelek caran ceriband jî dîsa di mijara neçareseriya pirsgirêka Kurd de israr dike. Israra di vir de neçareseriya xwe jî bi xwe re tîne. 
 
Di 12’ê Çile de bi banga Wezareta Dadê re Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Nîv saetê jî negirt. Ev jî nîşan dide ku bi înat polîtîkaya neçareseriyê tê meşandin. Ev ji bo manîpulekirina çalakiyan hat kirin. Bêguman hevdîtin girîng e, pêngavek erênî ye. Lê ez bêjim ku ev nayê wateya ku daxwazên girtiyên di grevê de hatiye cih.
 
*Di rojeva Tirkiyeyê de hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hene. Di rojeva Kurdan de hilbijartin û tecrîd hene. HDP li dora van her du rojevan diçe hilbijartinê. Divê atmosferê de hilbijartinên herêmî çi îfade dike?
 
Li vî welatî ji avabûna Komarê heta niha, hewl tê dayîn ku di serî de nasname û bawerî ya Gelê Kurd bên tunekirin. Di seranserê komarê de dewletê xwestiye civakan wek nebîneyên demokrasiyê perwerde bike. Dixwazin civakek li hember demokrasiyê ne hestiyar biafirînin. Em dikarin bêjin ku pergala xweparastinê ya demokratîk a civakê qels maye. 
 
Îro di grevên birçîbûnê de jî ya tê xwestin bê vegotin ev e. Desthilatdariya heyî li dijî grevan bêdeng e û ev jî israra wan a di neçareseriyê de nîşan dide. Ji ber vê gelek girîng e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest rabe û ev di alî siyaset û civakê de gelek girîng e. 
 
*Wê desthilatdarî bersivê bide vê çalakiyê? An jî wê di kîjan ast û rewşê de bersivê bide?
 
Ez bawer dikim di pêvajoya hilbijartinê de pêkanîna çalakiyeke wisa bi biryar, ji bo civak tercîhek demokratîk bike wê rê nîşan bide. Ev çalakî heta tecrîd bi giştî ji holê ranebe wê bidome. Lê divê hemû kes xwedî li vê çalakiyê derkevin û hîna ku windahiya can tune ye, bi encam be. Sekneke ku dethilatdarî wê pêngavê bavêje û çareseriyê pêk bîne, dikare xapînok be. Ez ji hemû jin, dost, heval û gelê xwe re dibêjim, riya ji bo mifteya îmraliyê vebe em ketinê, xwe ronahî ye, çareserî bi me re ye, di vê ronahiyê de ye. Çareserî di mezinkirina vê ronahiyê de ye. Bi hewldanek wisa em dikarin bi desthilatdariyê pêngavê bidin avêtin.
 
*Herî dawî tiştekî hûn bêjin heye?
 
Ger em xebatên hilbijartinê bi daxwaza çareseriyê ya civakî bikin yek, berxwedana bi pêşengiya jinan li girtîgehê hatiye destpêkirin li derve jî belav bikin, em ê îradeya xwe ya hatiye xespkirin bigirin. Em wisa dikarin qeyûman bişînin. Hêza jinan ji faşîzmê mezintire. 
 
Di serî de jinan û gelê me, gelên me, yên ligel kesên di grevê de ne bi rêzdarî silav dikim.