ROJEVA 6'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 6 Sibat 2019
  • Rojev
*Xebatkarên li 1'emîn Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê dixebitin anîn ziman ku ji bo mirov xwe baş hês bikin tenduristî gelek girîng e û wiha gotin:"Tenduristî bingeha jiyanê ye. Loma divê di qada tenduristiyê de xebat û hewlan her dem hebin."DÎMEN HEYE
 
*Şêrê ku niha li Sûriyeyê diqewime, beşek şerê girîng ê li Rojhilata Navîn diqeweme ye. Ji ber ku kûrbûna aloziya siyaseta cîhanê ev şer mezintir dibe. Em dikarin vî şerî wekî şerê sêyemîn ê cîhanê jî qebûl bikin. Ev yek jî rastiya sîstema kapîtalîst û ya bi şer xwedî dibe derdixe holê.JI PÊNÛSA JINAN
 
*Dayika Aştiyê Nezihet Kalkan (75)  ku ji gundê Barman ê girêdayî navçeya Stewrê ye ji ber zextên dewletê yên cerdewaniyê koçberî Mêrdînê bûye. Nezihet a ku jiyana wê tim di nav şert û mercên zehmet de derbas bûye wiha got: “Ez bi salane ji bo atî û azadiyê têdikoşim. Di nav vê têkoşînê de porê min spî bû. Sê zarokên min şehîd ketin, kezeba min dişewite. Ger porê min spî nebe dê porê kÊ spî bibe. Ez naxwazim kezeba tu dayikên din bişewite.” BI DÎMEN
 
*Parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê dimîne, bi armanca tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan bê rakirin ev 22 rojin di greva birçîbûnê de ye. Selmayê pirsên ajansa me bersivand û wiha berdewam kir: “Çareserî di mezinkirina ronahiyê de ye. Ancax bi hewldanek wisa desthilatdariya heyî dikare pêngavê bavêje.”
 
*Endama SES’ê Fîgen Çolakoglu ya hat îxrackirin diyar kir ku êrîşên qeyûm yên li hemberî keda jinê, ji polîtîkayên navendê serbixwe nîne û got: “Li hember midûriyetê, xebat û saziyên jinan êrîşên cidî pêk hatin. Ev hilbijartin wê ji bo jinan şansek be.” BI DÎMEN
 
*Hevberdevka HDK’ê ya Belçîkayê Zeynep Gorgu diyar kir ku di pêvajoya ku her kes xetimîbû de Leyla Guven pêvajo girtiye ser milê xwe û wih agot: “Leylayê ling avêtiye ber konsepta dîktatoriya Erdogan-Bahçelî. Divê hemû jin xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin û bi vî awayî dikarin faşîzmê têk bibin.”
 
*Cîhan Tamur yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ev 53 roje di greva birçîbunê de ye. Cîhan bi 5 girtiyan re di grevê de ye. Dayika Cîhan, Hanîfe Tamur bang kir ku divê zêdetir hestiyarî bê nîşandan û got: “Zarokên me têkoşînek mafdar didin. Bila tu kes li dijî vê têkoşîna mafdar li mala xwe rune ne.” BI DÎMEN
 
*Kesên teqawît yên derketina dan û standina bazarê, ji bihabûnan gazinc dikin û bertek nîşanê gotinên hikûmet û çapemeniyê yên wekê ‘krîz tune’ dan wiha gotin: “Poşet jî vala ne, bazar jî vala ne.” BI DÎMEN