Ji Gebzeyê bang: Tecrîdkirîda li ser Ocalan bi dawî bikin
- 17:18 5 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara li ber Girtîgeha Gebze daxuyani dan û diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temînata aştî, demokrasî û azadiyê ye û xwestin tecridkirina Abdullah Ocalan bi dawî bikin.
Çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 90'emîn de berdewam dike û bi heman aramancê ya girtiyên li girtîgehan û li derve jî berdewam dike. Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmarayê ji bo balê bikişînêe ser greva birçîbûnê li ber Girtîgeha Gebze daxuyani dan û diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temînata aştî, demokrasî û azadiyê ye û xwestin tecridkirina Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Di çalakiye de gelek endamên înîsiyatifê û xizmên girtiyan amade bûn. Înîsiyatifê daxuyanî di bin dorpêça polîsan da û pankarta “Em tecridê bişkînin, faşizmê hilweşînin" vekirin.
Hevseroka HDP'ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun dawxuyani da. Leyla, diyar kir ku temînata aştiya Tirkiye û Rojihilata Navîn Rêberê PKK'ê Ocalan e û wiha got: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez ev tecrîd bi dawî bibe. Birêz Leyla Guven 3 mehin ji bo aştiyê û rakirina tecrîde di grevê de ye. Li gel ku Leyla Guven hat berdan jî qet gav paşve neavêt. Diyar kir ku heta tecridkirina Abdullah Ocalan û hemû Tirkiye bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Di şexsê Leyla Guven de berxwedan her ku diçe li her derê belav dibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel û Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî tevli vê berxwedanê bûne û çeperê wê firehtir kirine."
Leyla, herî dawî bang li her kesî kir û wiha got: "Divê hemû cemaweriya demokratik a Tirkiye û navneteweyî li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ê ku temînata aştiya gelên Tirkiye ye, bi hestiyar tev bigerin."