'Bi rêya Jîneolojiyê dê pirsgirêkên civakê çareser bibe'
- 17:15 5 Sibat 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Akademiya Jineolojî ya Bajarê Hesekê dewreyeke perwerdê ya bi navê Avesta Xabur ku ji 22 mamosteyên jineolojî yê Herêma Cizîrê vekir .
Di berxwedana serdemê de ya Efrînê de Avêsta Xabûr çalakiya fedayî di 27’çileyê de pêk anîbû. Avêsta di vê çalakiyê de şehîd ket û di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn cihê xwe girt. Bi boneya salvegera Şehadeta Avêsta Xabûr li taxa Kebaba ya Bajarê Hesekê dewreyeke perwerdeyê ya Avesta Xabûrku ji 22 mamosteyên Jineolojî yê Herêma Cizîrê pêk tê hate vekirin. Waneyên ku bên dayîn li ser Jineolojî çiye ,Bîngeha jineolojî, hevjiyana jinelojî û qadên jineolojî ne.
‘Sînor ji perwerdê re tune ye‘
Mamosteya Jineolojiyê Evîn Emîn ku ji Bajarê Hesekê ye diyar kir ku Jineolojî zanista civakê ye û pêwistiya civakê pê heye û wiha domand: “Dewreya me ya perwerdeyê di 2'ê sibatê dest pê kir. Em bi moral û heycaneke pir mezin tevlî perwerdeyê bûn. Pêwistiya me bi perwerdeyê heye ku em karibin Jineolojiyê bi şagirtên dibistanan bidin naskirin û nifşekî azad û wekhev di riya wê de were pêşxistin. Pêwistiya her mirovekî bi perwerdeyê heye. Sînor ji bo perwerdeyan re tune ye. Kesên ku dixwazin pêş bikevin bila derbasî perwerdeyan bibin û xwe nas bikin.”
Evînê di dawiya axftina xwe de bang li hemû jinan kir û got: "Rastiya xwe nas bikin û xwe pêş bixin."
‘Jineolojî zanist û riya çareserkirina pirsgirêkê civakê ye‘
Mamosteya bi navê Lena Qamişlo teqez kir ku jineolojî zanista civakê ye û di riya wê de dê pirsgirêkên civakê werin çareserkirin û wiha domand: “Di vê salê de waneya Jineolojî derbasî dibistanê amadehî jî bû. Ev gaveke pir girîng û pîroz bû. Ji ber ku nifşên ku li ser bingeh û naskirina Jineolojî werin mezinkirin dê nifşek azad û polîtîk bin.”
Lenayê di dawiya axftina xwede wiha got: “Naskirina dîrokê pir girîng e, lewma em dixwazin hemû jin dîroka xwe nas bikin heta ku karibin têkoşînê bikin û jiyaneke azad biafrînin .”
Perwerde dê 15 rojan dewam bike.