ÎHD: Tecrîd talûkeyê bi xwe re tîne
- 16:12 5 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têildarî binpêkirina mafên mirovan ên di sala 2018'an de li bajarên herêmê qewimîn raporek ku amade kiribû eşekere kir. Li gorî raporê 54 jê zarok 2 hezar û 837 kes hatin binçavkirin, li dijî 2 hezar û 368 malan operasyon pêk hat û li 5 bajaran, 16 navçe û 565 gund û tax qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê têkildarî binpêkirina mafên mirova ya di sala 2018'an de li bajarên herêmê qewimîn raporek amade kir û bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe ji raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD'ê beşdarî civînê bûn. Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman beriya rapor bê parve kirin axivî û diyar kir ku mafên mirovan û azadiya wan bi temamî di bin zextan de derbas bûye û mekanîzmaya darazê di bin bandora siyasetê de maye û feraseta edalet û heqîqetê birîn kiriye.
'Li dijî azadiya îfade û rêxistinê tehdîda bêsînor pêk hat'
Bataray anî ziman ku azadiya raman, îfade û rêxistinê di bin tehdîta bêsînor de ye û kesên ji bo mafên xwe yên demokratîk têkoşiyan rastî zextên desthilatdariyê hatin. Bataray bal kişand ser muameleya li dijî girtiyan a xerab û got: "Hemû mafên girtiyan hatin desteserkirin. Îşkence û zextên giran pêk hatin. Di her qadê de windahiyek pêk hat. Girtiyên nexweş nehatin berdan û gelekan jiyana xwe ji dest da. 402 girtî jê giran bi giştî hezar û 154 girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin."
'Tecrîd talûkeyê bi xwe re tîne'
Bataray bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li gel wî û got: "Tecrîd ji bo çareseriya pirsgirêka kurd talûkeyek mezin bi xwe re tîne." Bataray ji bo rakirina tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan jî bibîr xist. Bataray da zanîn ku ew dixwazin demildest pêvajoya pevçûnan xelas bibe û şûna xwe ji pêvajoyek aştî û jiyanek bi rûmet re berde.
Piştî axaftina Bataray, Nûnerê Bajarên Herêmê yê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren rapora binpêkirina mafan parve kir. Hûrguliyên raporê wiha ye:
Binpêkirina mafê jiyanê
Li gorî raporê, çend ji mafên mirovan ên sala 2018'an li Kurdistanê hatine binpêkirin:
4 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.
5 kes ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Girtiyekî nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, girtiyek bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, 2 girtî jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşên kiryar nediyar 2 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Ji ber xemsarî û kêmasiya fermî 11 kes mirin, 106 kes jî birîndar bûn.
7 leşker û polîs bi îdîaya 'xwe kuştine' bi rengekî gumanbar mirin.
Rêveberekî partiyeke siyasî û doktorek di encama êrîşê de mirin. Mamosteyek, rêveberekî xwecihî, 2 parêzer û 5 doktor ji ber êrîşan birîndar bûn.
Welatiyekî sivîl ê di navbera şer de ma jiyana xwe ji dest da, 3 sivîl jî birîndar bûn.
2 zarok ji ber teqîna mayin û bombeyên li naverastê mirin, 2 jê zarok 6 kes jî birîndar bûn.
2 zarok, jinek û mêrek ji aliyê kesên nediyar ve bi gumanbarî hatin kuştin.
Binpêkirina mafên mirovan a di dema şer de
Navendên 6 bajaran û bi sedan herêmên li 16 navçeyên wan 46 caran herêma ewlekariya taybet hate ragihandin. Li 5 bajar, 16 navçe, 565 gund û tax, 657 gundiyên van navçeyan 16 caran derketina derve hate qedexekirin.
Di operasyonên leşkerî û şer de 5 caran daristan hatin şewitandin.
Cenazeyên herî kêm 3 milîtanên rêxistinê radestî malbatê nehatin kirin.
Di dema veşartina cenazeyên milîtanên rêxistinê de herî kêm 5 caran gor/goristan hatin xerakirin.
Binpêkirina mafên jinan
11 jinan xwe kuştin, 4 jinan jî hewl dan xwe bikujin.
47 jin di encama şîdeta nava malbatê de hatin kuştin, 30 jî birîndar bûn. 3 jin bûn hedefa êrîşa zayendî.
11 jin ji ber êrîşa li qada civakî hatin kuştin, 9 jin jî birîndar bûn. 12 jin bûn hedefa êrîşa zayendî, 2 jin hatin revandin. Zext li 8 jinan hate kirin ku fûhûşê bikin.
Binpêkirina mafên zarokan
3 zarokan xwe kuştin, 4 zarokan hewl dan xwe bikujin.
3 zarok ji ber şîdeta nava malbatên hatin kuştin, 7 zarok birîndar bûn. 10 zarok bûn hedefa îstîsmara zayendî.
4 zarok li qada civakî ji ber şîdetê mirin, 6 zarok jî birîndar bûn. 82 zarok hatin îstîsmarkirin, 4 zarok hatin revandin.
Îşkence
Herî kêm 17 kes di dema destgîrkirinê de hatin îşkencekirin.
83 kes li derveyî deverên destgîrkirinê (kolan-serdegirtina malan) hatin îşkencekirin.
Êşkence û kiryarên xerab li 211 girtiyan hate kirin.
Hêzên ewlekariyê sîxurî li 20 kesan ferz kirin, gef li 8 kesan xwarin.
9 kes di dema xwepêşandanên civakî de, ji ber destwerdanê ya jî lêdanê birîndar bûn.
Binpêkirina mafê ewlekariya azadiya şexsî
2 hezar 837 kes hatin destgîrkirin ku 54 ji wan zarok in.
496 kes hatin girtin, 5 jê zarok in.
Serdegirtin li 2 hezar 368 malan hate kirin.
Binpêkirina mafên azadiya fikir û rêxistinbûyinê
Festîvalek ku her sal tê lidarxistin (Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê) hate qedexekirin.
Der barê 3 hejmarên rojnameyekê û 12 pirtûkan de biryara hevdanê hate dayin.
Serdegirtin li weşanxaneyekê, ajanseke nûçeyan û buroya rojnameyekê (2 caran) hate kirin.
Ji ber azadiya fikir û raman, 77 kes ketin ber lêpirsînê, li 91 kesî doz hate vekirin.
Siyasetmedar, rojnamevan û kedkarên cemaweriyê jî di nav de ceza li 684 kesan hate birîn.
Binpêkirina li girtîgehan
165 girtî bêyî hincet bê nîşandan hatin sirgûnkirin.
Mafê tenduristiyê yê 183 girtiyan hate binpêkirin.
Hevdîtina 118 girtiyan a bi malbatan re hate astengkirin.
Herî kêm 25 girtî hatin tecrîdkirin.
Herî kêm 40 girtî ketin ber lêpirsînê.
Mafê agahîgirtinê yê 22 girtiyan hate astengkirin.
Binpêkirina mafên siyasî û aborî
Ji ber qezayên ji ber şert û mercên ne ewle yên kar, 20 karker mirin, 12 jî birîndar bûn.
1344 karker ji kar hatin derxistin.
Mûçeyê 200 karkeran nehate dayin.
Qeyûm li şaredariyekê hate tayinkirin, 259 keyayên tax/gundan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin girtin."