Li Lubnanê komcivîna derbarê tundiyê de hat lidarxistin
- 16:04 5 Sibat 2019
- Rojane
BEYRÛD - Li Beyrûdê komcivîna derbarê tundiya li civakê ya li ser jinê û zagonên derbarê jinê de hat lidarxistin. Civîn li şêwirmendiya parlamentoya Beyrûdê hat lidarxistin.
Li Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûdê komcivîna derbarê tundiya li civakê ya li ser jinê û zagonên derbarê jinê de hat lidarxistin. Civîn li şêwirmendiya parlamentoya Beyrûdê hat lidarxistin. Serokê Navenda Mafê Mirovan Mîşêl Mûsa, Cîgira Mafên Mirovan Rûla Tebiş, Seroka Desteya Jinê ya Lubnanê Gilodîn Rokiz, Endama Rêveberiya Newrozê Henan Osman beşdarî komcivînê bûn. Di komcivînê de li ser xalên tundiya li ser jinê û zagonên jinê hat sekinandin.
Endama Koma Newrozê Henan Osman bal kişand ser jinên di zindanan de bi îşkenceyê rû bi rû tên hiştin û got:"Divê li dijî îşkenceyên li hemû zindanan li jinan tê kirin, têkoşînek bê lidarxistin. Di vê mijarê de rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê peywira xwe bînin cih. Mînaka Leyla Guven a ku dewleta tirk ew avêt zindanê û îradeya bi milyonan hedef girt baş bê dîtin. Divê ji bo hemû jinên li cîhanê yên tundiyê dibînin, xebat bê kirin."