Nobeta piştevaniya bi berxwedêrên grevê re di roja 6'emîn de ye

  • 14:17 5 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Nobeta ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku bê dem û ne dorveger da destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dike.
 
Nobeda ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven re ku di roja 90'emîn de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û ya girtiyên li girtîgehan ku bi heman armancê dane destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dike.  Çalakiya nobetê ku li avahiya KCD'ê hat destpêkirin, Nobet di roja 6'emîn de ji aliyê Zuleyha Gulum û Omer Ocalan ve hat dewergirtin. 
 
Ji aliyê gelek saziyan û nûnerên saziyan ve serdanên piştevaniya nobetê berdewam dikin.