Li Westanê Buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin

  • 13:42 5 Sibat 2019
  • Rojane
WAN - Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re HDP`ê dest bi vekirina buroyên hilbijartinê kir. Li navçeya Westanê  buroya hilbijartinê ya yekem a DHP'ê  bi tevlîbûna dehan kesî  hat vekirin. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re HDP`ê li herêmê dest bi vekirina buroyên hilbijartinê kir. Li navçeya Wanê Westanê  bi tevlîbûna  namzetên HDP`ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe û nazmetên navçeyê Melek Arapoglu, Veysî Şeker û rêxistinên HDP,DBP yên navend û navçeyan buroya hilbijartinê  hat vekirin. 
 
`Em ê 31`ê adarê qeyûman ji bajarên xwe derzînin`
 
Di vekirina buroyê de nazmeta hevşaredartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe axivî. Bediyayê bal kişand ser hilbijartinê û got ku ew ê 14 şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin û wiha got:“ Bi salane hikûmeta AKP`ê ji şer zêdetir tiştek din neda gel. Gel nikare bazirganiyê bike û bi birçîbûnê re rû bi rû ye. AKP Deşt û zozanên me li me qedexe dike û ajaliyê dikuje.   AKP ji xeynî êş û xîzaniyê zêdetir tiştek nekir. Her tim HDP`ê sucdar dike lê bila bizanibin ku HDP partiya gelan e. Gel li her derê xwedî partiya xwe derdikeve. Gelê me ne baweriya xwe bi AKP'ê û ne jî bi tu partiyeke din nayene. Em ê 31`ê adarê bi vîn û rêxistina gelê xwe şaredariyên xwe ji qeyyûman bigirîn û qeyûman ji bajarên xwe derxîn."
 
Piştî Bedîyayê nazmetê hevşaredartiyê yê Westanê Veysî Şeker axivî. Veysî jî got ku ew ê bi serkeftina  31`ê Adarê derîyên şaredariyan ji gel re vekin. 
 
Bernameya vekirina bûroyê bi govend û serdanên gel bi dawî bû. Piştî vekirina bûroyê li gel namzeta hevşaredartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û namzetên hevşaredarên navçeyê serdana esnafan hat kirin.